Pirsên balkêş ji HDP’iyan pirsîn 2017-11-27 12:04:22 MÊRSÎN - 10 HDP'iyên tev li Kongreya bajêr a HDP’ê ya Mêrsînê bûn, li Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê îfade dan. Polîsan pirsên “Xizmên we li çiyê hene? Hûn endamê kîşan partiyê ne. Partiyên hatin girtin hûn berê endamê wan bûn?" pirsîn.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mêrsînê di 13’ê Adar 2016’an de kongreya xwe ya bajêr li dar xist. Ji ber ku di salonê de posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û PKK’iyên jiyana xwe ji dest dayîn hatin daliqadan, Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê der barê 10 endamên partiye de, lêpirsîn destpêkir. Di çarçoveya lêpirsînê de bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” ji bo îfadeyên xwe bidin midûryeta polîsan, di 22’ê Mijdarê de bangî HDP’iyan kirin.    Di kar û barê îfade girtinê de gelek pirsên balkêş ji endamên partiyê hatin kirin. Pirsên balkêş ên mîna  “Li çiyê xizmên we hene? Di rêyên dijzagonî re hûn derbasî derveyî welat bûne? Xizmên we yên berê hatin girtin û dibin çavan de mayîn hene? Hûn endamê kîjan partiyê ne. Endamtiya we ya partiyên berê yên hatin girtin, hebû? Ji HDP’iyan kirin.