Hevşaredarê Êlihê Demîr: DEDAŞ bi qûtkirina ceryanê sûc dike 2019-09-04 13:22:34 ÊLIH – Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr bertek nîşanî DEDAŞ’ê da ku birîna ceryanê ya ava Êlihê biribû û got: “DEDAŞ sûc kiriye. Ev ne tahsilata deyn e, hewldana mexdûrkirina gel e.”    Şîrketa Anonîm a Ceryanê ya Dîcle (DEDAŞ) li Êlihê bi hênceta deynê serdema qeyûmê nehatiye razandin ceryana dînamoyên ava şebekeya Êlihê birî. Ji duh ve bi boneya ceryan nîne ava Êlihê hatiye qûtkirin. Birîna avê bandorek neyînî li ser sed hezaran welatî dike. Duh rayedarên şaredariyê li gel DEDAŞ’ê hevdîtin pêk anîn û DEDAŞ’ê gotibû dê ceryanê berdin. Hat zanîn ku tevî vê yekê jî heta niha tu pêşketin çênebûye.    Têkildarî mijarê Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz li ber deriyê şantiyeya avê daxuyaniya çapemeniyê dan. Hevşaredaran xwest gel ji bo berteka xwe ya demokratîk nîşan bide vexwendin ber avahiya DEDAŞ’ê.    ‘DEYNÊ QEYÛM E’    Demîr da zanîn ku dema piştî 31’ê Adarê hatin ser wezîfeyê di serdema qeyûm de 8 milyon 473 hezar û 38 TL şaredarî di serdema qeyûm de ji DEDAŞ’ê re deyndar bûye û ji 3’ê îlona 2019’an ve di serdema 5 mehan de bi giştî 7 milyon 94 hezar û 11 TL deyn hebûye û ji vî deynî 3 milyon 499 hezar û 609 TL razandine.    ‘TU DAXWAZA ME QEBÛL NEKIR’    Demîr anî ziman ku deynê di serdema qeyûm de maye û bi faîza wê re bi giştî 15 milyon 567 hezar û 50 TL ye û got: “Demek dirêj e ji bo deyn em bi DEDAŞ’ê re hevdîtina pêk tînin. Me ji wan re got em ê ji mehê carek 2 milyon deynê we bidin. Wan jî got divê hûn mehê 4 milyon lîre bidin me. Lê me bi israr ji wan re got di serdema qeyûm de 300 milyon lîre deyn maye û me wisa dewr girtiye. Me got hatina me jî ewqas nîne û Bankaya Bajaran jî pere nade me. Lê daxwazên me qebûl nekirin. DEDAŞ ji bo gel mexdûr bike di nava hewldanan de ye.”    BANGA BERTEK NÎŞANDANA JI BO DEDAŞ’Ê KIR    Demîr diyar kir ku av mafek jiyanê ye, divê neyê astengkirin û got: “Ev ne deynek tashîlatê ye, ev hewldana mexdûrkirina gel e. Em vê yekê qebûl nakin. Tişta DEDAŞ dike sûc e û vî sûcî eşkere dike. Me li dijî vî sûcî têkoşîna qanûnî da destpêkirin. Me giliyê sûc kir. Heke ev yek wisa dewam bike em ê bi gel re li ber avahiya DEDAŞ’ê berteka xwe demokratîk bînin ziman. Divê gel li dijî vê pêkanîna DEDAŞ’ê berteka xwe ya demokratîk nîşan bide. Heke pirsgirêk wisa neyê çareserkirin, em gelê xwe vedixwînin ber avahiya DEDAŞ’ê.”