Danişîna doza Hrant Dink dest pê kir: Bila yên gotin bikuje bên darizandin 2019-09-04 12:44:31 STENBOL – Danişîna doza Hrant Dink dest pê kir. Beriya danişîna dozê Heval û dostên Dink li pêş edliyê kom bûn û daxuyanî dan û gotin: "Yên gotin bikuje bila bên darizandin."     27'emîn danişîna doza Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink li 14'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir. Beriya danişîna doza ku 3  rojan bidome dest pê bike, malbat, heval û dostên rojnameger li pêş Edliyeya Çaglayanê kom bûn. Malbat û parêzeran li pêş edliyê daxuyanIi dan. Parêzer, malbat û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan, xebatkarên Rojnameya Agosê parazvanên mafên mirovan û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê amade bûn. Dîsa gelek nûnerên rêxistinên civakî amade bûn. Komê li pêş edliyê pankarta “Ji bo Hrant ji bo Edaletê" vekirin. Hevalê Hrant Dink Şenol Karakaş li vir daxuyanî da.    10 SAL ŞÛNDE DEST BI DARIZANDINÊ KIRIN   Karakaş, anî ziman ku di doza kuştina Hrant Dînk de bi giştî 77 bersûc tên darizandrin û wiha got: "Niha 27'emîn danişîna dozê tê dîtin. Danişîn wê 3 rojan bidome. Wê îro 95'emîn rûniştina danişînê bê dîtin. Rêya diçe ser kuştina Hrant Dînk bincil dikin. Piştî 10 salan hêj nû dest bi darizandinê dikin. Piştî 27 bersûcan, darizandina 50 bersûcan hatiye destpêkirin. Yên bersûcan diparêzin şirîkê kuştinê ne. Di ser kuştinê re 12 sal borîn. Lê hêj perdeya li ser cînayet ranekirine û mesele ronî nekirine. Em hatin banga xwe ya "Ji bo Hrant ji bo Edaletê" nû bikin. Heta kujerên Hrant rastî cezayê esil bên û yên gotin bila bikuje bên darizandin, emê li vir bin û têkoşîna me wê bidome. Heta ku em nebêjin ev doz qetiya, ev doz naqede.    Di danişînê de wê îro Ahmet Kahveci, Muhammet Bulgur, Emre Altıntaş û Ergün Güngor  bên guhdarkirin.