Ji girtîgehê name ji rojnamegeran re şandin qedexe ye! 2019-09-04 10:29:33 ENQERE - Ji Girtîgeha Kirşehîrê name ji rojnamegeran re şandin qedexe ye! Girtiyê name ji rojnamegeran re şand, bi hinceta “qedexeye” paşve îadeyî girtî hat kirin.  Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Kirşehîr, ji rojname û rojnamegeran re name şandin qedexeye. Mazlum Donder ê li girtîgehê dimîne, bi nameya ji parêzerê xwe re şandin de ev rewş vegot.    Donder, diyar kir ku di 29’ê Tîrmehê de, ji nivîskarên Rojnameya Cumhuriyetê Mîne  Sogut, Işil Ozgenturk û Zeynep Oral re name nivîsan û şand, lê dotirin roja din nameyên wî paşve hatin îadekirin. Donder, da zanîn ku bi hinceta “Name ji rojnameger û rojnameyan re şandin, ji aliyê saziya name şandinê ve hatiye qedexe kirin” nameyên wî paşve hatin îade kirin.