DMME: Beyana 'Ocalan vîna min a siyasî ye' di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de ye 2019-09-04 09:27:47 AMED - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), cezayê ji bo beyana "Abdullah Ocalan vîna min a siyasî ye" hatibû birîn, di çarçoveya "binpêkirina azadiya fikr û ramanê" de nirxand.  Fehîme Ete (59), daxwaznameyeke bi naveroka "Abdullah Ocalan vîna min a siyasî ye" da û ji ber vê daxwaznameyê sal û 8 meh ceza lê hatibû birîn. Ete, ji ber di sala 2006'an de di çaçroveya kampanayaya "Abdullah Ocalan vîna min a siyasî ye" de daxwazname dabû û ev daxwazname belav kiribûn, ceza lê hatibû birîn û ji bo vê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. DMME'yê ji bo cezakirina vê beyanê got: "Azadiya firk û ramanê hatiye binpêkirin" û Tirkiyeyê bi tazmînatê mehkûm kir.    Ete, di 25'ê Sibata 2006'an de li navçeya Hawêl a Sêrtê hat binçavkirin û bi tawanbariya "propagandaya rêxistinê" sal û 8 meh ceza lê hat birîn. Parêzerên Eteyê di 10'ê Nîsana 2010'an de serî li Dadgeha Bilind dan. Dadgeha Bilind jî di 20'ê Îlona 2011'an de cezayê hat birîn pesend kir. Hîn darizandin didomiya Ete di 16'ê Sibata 2010'an de hat girtin û piştî sal û 2 mehan di girtîgehê de ma di 15'ê Adara 2011'an de hat berdan.    Piştî Dadgeha Bilind ceza pesend kir parêzera Eteyê Reyhan yalçindag serî li DMME'yê da. DMME'yê jî di çarçoveya madeya 10'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de biryar girt û got: "Azadiya fikr û ramanê hatiye binpêkirin." DMME'yê, Tirkiyeyê mehkûmî tazmînatê kir û wê Tirkiye 2 hezar û 500 eûro bide.    Her wiha DMME'yê di biryara xwe de got, wê Tirkiye hezar û 780 euro heqê lêçûna darazê jî bide.   MA / Aydin Atay