Esnafên Geverê: Xelasiya ji krîza aborî bi aştiyê pêkan e 2019-09-04 09:22:24 COLEMÊRG – Ji ber krîza li welêt êdî esnafên Geverê nikarin heqê kirêyên dikanê xwe jî bidin. Esnafan, diyar kir ku tekane rê "aştî" ye.  Li Tirkiyeyê her diçe krîza aborî kûrtir dibe. Li gorî daneyên Desteya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), di meha Tebaxê de rêjeya enflasyonê 15.01 ji sedî ye. Esnafên Gever a Colemêrgê, diyar kirin ku ji ber krîzê êdî nikarin heqê kirêyên dikanê xwe jî bidin.    ‘TEKANE RÊ AŞTÎ YE'    Aydin Orbeyî ku xaliyan difiroşe, diyar kir ku ji sala 1989'an ve esnaftiyê dike, lê belê tu carî bi krîze bi qasî vê krîzê dijwar re rû bi rû nemane. Orbeyî, got: "Esnafên biçûk her diçe bêtir biçûk dibin. Yek ji çavkaniyên debarê yê gelê Geverê Deriyê Sînor ê Esendereyê ye lê belê niha kes nikare bazirganiyê bike. Bi salan e dibêjin wê Deriyê Sînor ê Derecekî bê vekirin lê hîn jî li holê tuştek tune ye. Li Geverê halê esnafan ne tu hal e. Li navçeyê fabrîkayek jî tune ye." Orbeyî, anî ziman ku çerxa aboriyê bêtir di ser karmendan re dizîvire, lê belê êdî ew jî nikarin debara xwe bikin û got: "Êdî mirov nikarin ji bo nîşana zarokên xwe çariyek zêr jî bikirin. Çariyek zêr bûye 500 lîre. Berê min sarincek bi hezar lîreyî dikirî lê niha bi 2 hezar lîreyî dikirim. Her diçe aboriya Tirkiyeyê dirûxe. Mirov êdî ji bo kar berê xwe didin Stenbol, Edene, Îzmîrê. Li Geverê êdî aborî nemaye. Êdî nikarim heqê kirêya dikana xwe bidim, nikarim baca xwe, heqê ceryanê bidim."    Orbeyî, bilêv kir ku tenê daxwazek wan heye ew jî li Rojhilata Navîn aştiyeke mayînde ye û got: "Eger aştî çêbibe wê biratiya kurd û tirkan jî çêbibe. Li dijî krîzê tekane rê aştî ye."    'EM DEYN DIKIN'    Alî Altan jî ku 22 sal in karê mobîlyanan dike, bilêv kir ku nexasim jî di 3 salên dawî de rewşa wan pir xirab bûye. Altan, destnîşan kir ku êdî nikarin heqê kiriya dikana xwe bidin û ji bo krediya xwe bidin diçin deyn dikin û got: "Yanî em bi deynan deynê xwe didin. Rewşa me esnafan qet nebaş e. Berê deriyê sînor hebû, mirov diçûn çay, birinc, cixare dianîn. Ev ji bo aboriya navçeyê baş bû. Lê niha ji ber derî girtî ne mirov nikairn bazirganiyê jî bikin."    Reşat Canan ku pêlavan difiroşe, destnîşan kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên şerî ye û got, girtina deriyên sînor jî helwesteke li hemberî gelê kurd e û polîtîk e.    'JI BER ŞER E'    Şoreş Tekîn ku karê ceruanê dike jî bilêv kir ku nexasim 3 salên dawî rewşa wan pir xirab bûye û got: "Ege rniha ceryanvan nikaribin bixebitin, eger dermnaxne nikaribin dermana bifiroşin, ege rpirtûkfiroş nikaribin pirtûkan bifiroşin sedema vê yekê ji ber şerê li Tirkiyeyê ye. Eger aştî çênebe û şer dewam bike wê krîza aborî kûrtir bibe. Em dixwazin ev krîz bi daîw bibe."