Nivîskar Fîkret Başkaya hat berdan 2017-11-27 12:22:15   ENQERE – Nivîskar Fîkret Başkaya yê serê sibê hat binçavkirin, piştî îfade da hat berdan.    Polîsan serê sibê bi ser mala nivîskar Doç. Dr. Fîkret Başkaya yê li Enqereyê girtibû û ew binçav kiribû. Piştî Başkaya îfade da serbest hat berdan. Hat zanîn ku bi hinceta nivîsa Başkaya ya “Terora esil terora dewletê ye” bi îdiya “Endamê rêxistinê ye” lêpirsîn der barê wî de hatiye destpêkirin. Piştî Başkaya îfade li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê da hat berdan.     Polîsan dest danîbû ser birtûka "Paradîgmanin îflasi" ya ku Başkaya di sala 1991'an de nivîsandibû, compîtor û têlefona wî.