Temellî: Mekanîka 12'ê Îlonê ji nûve di meriyetê de ye 2019-09-03 17:54:10   STENBOL -  Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di çarçoveya "Makeqanûna Demokratik" de TÎP ziyaret kir. Temellî, diyar kir ku tayînkirina qeyûman aqilê darbeya 12'ê îlonê dîsa xistiye meriyetê û wiha got: “Ev dijminantiya li dijî gelê Kurd, di heman demê de êrîşa li dijî hemû gelê Tirkiyeyê ye."    Heyeta HDP'ê ya di pêşengiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî de, di çarçoveya "Makeqanûna Demokratîk" “Paketa Darazê" “Îtîfaqa Demokrasiyê" de Partiya Karkeran a Tirkiye (TİP) ziyaret kir. Temellî û heyetea pêre li Serokê Giştî TÎP'ê li avahiya TÎP'ê ya Kadikoyê ziyaret kir. Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, heyeta HDP'ê pêşwazî kir. Piştî hevdîtinê daxuyanî dan çapemeniyê. Ewil Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, diyar kir ku demek dirêj e bi TÎP'ê re îtîfaq ava kirine û wiha got: “Tayînkirina qeyûman aqilê darbeya 12'ê îlonê dîsa xistiye meriyetê Ev dijminantiya li dijî gelê Kurd, di heman demê de êrîşa li dijî hemû gelê Tirkiyeyê ye. Li Tirkiuyeyê kevneşopiya darbeyê di meriyetê de ye. Mîratxurên 12'ê Îlonê ew aqilê ji wan girtine dîsa xistine meriyetê. Ev li dijî vîna hemû gelê Tirkiyeyê ye."    Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş jî diyar kir ku ji ber ziyareta HDP'ê pir kêfxweş e û wiha got: “Demek dirêj e li gelek qadan me mil daye hev û em bi hevre têdikoşin. Bi taybetî dimêjim ev êrîşa li dijî vîna gelê Kurd pêk hatiye, ne tenê li dijî gelê Kurd û HDP'ê ye. Ev li dijî hemû gelê Tirkiyeyê pêk hatiye. Ji ber vê yekê emê erk û peyvira xwe ya piştevanî û şêwirmendiyê xurt bikin. Em vê êrîşê di heman demê de li dijî xwe dibînin. Di demên pêş de jî dîsa emê mil bidin hev. Tirkiye di pêvajoyek dijwar de derbas dibe. Gelê Tirkiye li dijî vê yekê tekoşînek bi rûmet dide."