Soylû gef li Îmamoglû xwar: Em ê te perîşan bikin 2019-09-03 15:46:30 BÛRSA - Suleyman Soylû, ji ber hevdîtina bi hevşaredarên HDP'ê yên ku qeyûma tayînî şûna wan hatin kirin, gef li Ekrem Îmamoglû xwar û ev gotin jê re gotin: "Cahil, hedê xwe zanibe! em ê te perîşan bikin." Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, li Bûrsayê tevlî "Civîna Nirxandina Koçberiyê" ku li oteleke bajar dihat lidarxistin, bû û axaftineke kir.  Soylu tayînkirina qeyûma ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê parast û ji ber hevdîtina bi Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk re gef li Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû xwar. Soylû bertek nîşanî axaftina ku Îmamoglû bi her dû hevşaredaran kiribû da û ev tişt jê re got: "Ez ji vir dibêjim; Karê xwe bike, cihê te li ser serê me heye, lê heke li derveyî karê xwe bi hin tiştên din re mijûl bibî, em ê te perîşan bikin. Ewqasa vekirî û zelal. Li ser navê vî welatî em nikarin li çep û rastê te binêrin. Bi salan e ewqas mirovên ku ji terorê êş dikişînin hene, piştgiriya te ya ji bo kesên ku jîna terorîstan dikin, dilê me dêşîne, bila kes li qusûrê nenêre."