Cumhuriyetê Rojnameger Mahmût Oral ji kar derxist 2019-09-03 15:45:50   AMED - Rojnameya Cumhuriyetê, nûner û nûçegihanê xwe yê Amedê yê 22 salan Mahmût Oral ji kar derxist.    Rojnameya Cumhuriyetê, nûner û nûçegihanê xwe yê Amedê yê 22 salan dixebitî Mahmût Oral ji kar derxist. Di nivîsa ji serwîsa personel a rojnameyê ya ji Oral re hat şandin de, hat diyar kirin ku ji ber pêdiviyên kar û şirkete, karsaziya wê hatiye betalkirin. Oral, da zanîn ku hincetek aşkere nehatiye dest nîşan kirin û di serdemek herî gihiştî û berhemdar de, ji kar derxistin, ew xemgîn kiriye. Oral, di heman demê, Nûnertiya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ya Amedê jî bi rêve dibe.