Dayîkên Aştiyê yên Mexmûrî li dijî dorpêçê 3 roj in di çalakiyê de ne 2019-09-03 12:33:04   MEXMÛR - Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê, li seytereya PDK'ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de 3 roj in li dijî dorpêça Mexmûrê çalakî li dar dixin. Dayîkan diyar kirin ku heta bersiva daxwaza wan a rewa neyê dayîn wê çalakiya xwe berdewam bikin.   Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restoranta Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan û bajarok 48 rojin di dorpêçê de ye. 48 roj in dorpêç û ambargoya li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) didome. Dayîkên Aştiyê xwestin wek şandeyekê serdana berpirsên Hewlêrê bikin, lê dîsa rastî astengiya seytereya asayîşa PDK’ê hatin.   Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê 3 roj in li ber seytereya Asayîşa PDK’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirine. Dayîkên aştiyê diyar dikin ku heya ambargoya li ser wargehê nerabe, ew dest ji çalakiyên xwe naberdin û wê çalakiyên wan berdewam bikin. Hêzên Asayîşa PDK’ê heqaret li dayîkên aştiyê kiribû, lê dayîka dawî li çalakiya xwe ne anîn. Bi gotina 'Berxwedan jiyane' bersiv dan hêzên asayîşa PDK’ê.   DAYIK 3 ROJIN ÇALAKIYÊ LI DAR DIXIN   Di roja yekem de dayîkan xwestin daxwazên xwe pêşkêşê berpirsên asayîşê bikin, lê daxwazên dayîkan nehatin qebûlkirin. Piştre dayîkan xwestin bi berpirsê seyterê re hevdîtinek bikin, lê ji vê yekê re jî astengî hate derxistin û pêşmergeyan êrîşê dayîkan kirin. Li gel êrişa pêşmergeyên PDK’ê heqaret li dayîkan hat kirin. Piştre dayîkan li ber deriyê asayîşa PDK’ê dest bi çalakiya runiştinê kirin.