Çalakiya rûniştinê di roja 16’an de ye: Bi berxwedanê em ê qezenc bikin 2019-09-03 11:58:46 AMED - Çalakiya rûniştinê ya li Amedê ya li dijî tayînkirina qeyûman dest pê kir, di roja 16’emîn de bi dirûşmeya “Bi berxwedanê emê qezenc bikin” dest pê kir.    Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê dewam dikin. Çalakiya rûniştinê ya li Kolana Lîsê ya pêşberî şaredariyê dest pêkir di roja 16’emîn de dewam kir. Parlementerê HDP’ê Garo Peylan, Mûsa Farîsogûllari, Feleknas Ûca, Erdal Aydemîr û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.    Kesên beşdarî çalakiyê bûn, bi lêxistina fîrfîrkan, çepikan û berzkirina dirûşmeya “Bi berxwedanê emê qezenc bikin” tayînkirina qeyûm şermezar kirin.    Piştî çalakiya rûniştinê ya dewam dike, wê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.