Jina ku Elçî jê nerîn girt: Ji ber sekna xwe hat qetilkirin 2017-11-27 10:49:09 AMED - Jina 76 salî Samiye Ektî ya beriya ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bê qetilkirin li ber Mînareya Çar Ling bi Tarîh Elçî re axivî û Tahîr Elçî nerîn jê girtin, got "Elçî ji ber sekna xwe hat înfazkirin."  Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî 2 sal berê di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber Mînareya Çar Ling a Sûrê hat qetilkirin. Beriya ku daxuyaniyê bide çapemeniyê û bê qetil kirin Dayika 76 salî Samiya Ektî hat tenişta Elçî rawestiya û axivîn. Dema dayik Samiya Ektî bi Elçî re sohbet dikirin, ev dîmen ket pêşberî kamerayan. Piştî sohbetê Elçî dema daxuyanî da rastî êrîşê hat û li ber mînareyê jiyana xwe ji dest da. Dayika 76 salî Samiye Ektî bû dayika herî dawî ya ku bi Elçî re axivî. Ektî, bi minasebeta salvegera 28'ê Mijdare  roja înfaza Elçî ew roj vegot.    MIN XATIR XWEST Û ÇÛM   Ektî, dema bîranînê xwe yên bi Elçî re parve kir hêsir ji çavê wê bariyan û wiha got: "Tahîr Elçî hat cem min û bi destê min girt. Keniya û got 'Tu bi kude diçe?' Rewşa Mînareya Çar Ling nîşanî min da û got: ‘Tu van tiştê hatiye kirin re çi dibêje?' Min jî got mirov dikare tenê tiştekî bêje. Gelek tişt  li vir pêk hatin. Gelek çalakî pêk hatin. Lê mînare li ser piyan ma. Dema ev der dêr bû, qîmeta wî zêde bû. Piştî bû mizgeft jî tiştek ji qîmeta xwe winda nekir. Yên ku ew xistin vê rewşê em wan şermezar dikin. Min xatir jê xwest û çûm."    Ektî, diyar kir ku dema ji wir qetiya dengê çekan hat û wiha berdewam kir: Bi dengê çekan ez vegeriyam û hatim serê sûkê. Li her derê leşker û panzêr hebûn. Min got 'çi bû?' Gotin ‘Tahîr Elçî şehît ket' Şehadeta wî qet ji ber çavê min naçe. Ji ber ku ew mirovekî bi qîmet bû. Ew êş bi salan nayê ji bîr kirin."    ‘EW JI BER FIKRÊN XWE HAT KUTIN'   Ektî, destnîşan kir ku Elçî ji ber fikrên xwe hat kuştin û wiha got: "Divê qîmeta wî bê zanîn û cihê wî bê tijekirin. Wî ji bo mirovahiyê şer kir. Wî neheqî qebûl nekir. Wî înkara kurdan qebûl nekir. Wî têkoşîna xwe mezin kir. Dema mafê parastina mînareyekê parast jiyana xwe ji dest da. Divê kurd cihê wî tije bikin. Divê destûr nedin cihê valahiya wî bê hîskirin."   ‘EM JI VÊ YEKÊ RE NEBÊJIN RAWESTE DÎROK NAMÎNE'   Ektî, destnîşan kir ku ger Elçî nehatiya kuytin dibû ku rê li pêş xerakirina Sûrê bihata girtin û wiha bi dawî kir: "Li Sûrê zilmek mezin hat kirin. Bi dehan ciwan ciwan hatin qetilkirin. Mirov bê mal hatin hiştin. Sûr bi keda hezaran mirovan û bi sedan salan hat avakirin. Avakirin pir zahmet e. Lê xerakirin pir hêsan e. Xerakirin û talankirin ne tenê li Sûrê li tevahiya Kurdistanê pêk tê. Divê em ji vê yekê re bêjin raweste. Dîroka Heskifê, xwezaya Dersimê û gelek bajarên Kurdistanê tê talankirin. Divê em ji vê yekê re bêjin raweste. Ger ku em nebêjin raweste dê talankirin berdewam bike."