Hevserokê HDP'a Îzmirê: Erdogan demokrasiyê tehamul nake 2019-09-03 10:41:30   ÎZMÎR – Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Îzmirê Kadîr Baydur,  diyar kir ku ji ber Ekrem Îmamoglu li Amedê hevşaredar ziyaret kir, bû hedefa Serokomar Erdogan û wiha got: “Li dijî tayînkirina qeyûman ziyaretên partiyên siyasî erka demokrasiyê ye. Gotinên Erdogan nîşan dide ku demokrasiyê tehamul nake."    Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, di 1'ê Îlonê de li Konya beşdarî merasimek vekirinê bû. Di merasimê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu yê li Amedê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli û Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ziyaret kir kir hedefa xwe. Erdogan got. "Şaredarê Bajarê Mezin li Amedê li çi digere? Çi dike. Li Amedê bi kêre çi diaxive? Em dibînin ku bi kesên tev li rêxistina terorê bûne re hevdîtin dikin. Yên helwesta xwe ya li dijî rêxistina terorê aşkere neke nabin şaredar. Qet nabe siyasetmedar."    Têkildarî mijarê Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Îzmirê Kadîr Baydur, diyar kir ku ji ber Ekrem Îmamoglu li Amedê hevşaredar ziyaret kir, bû hedefa Serokomar Erdogan û wiha got: “Em ziyareta Îmamoglu bi wate dibînin. Îmamoglu diyar kir ku ji peyvirgirtina şaredarên hatine hilbijartin li dijî demokrasî u hiqûqê ye. Ev girîng e. Li dijî tayînkirina qeyûman ziyaretên partiyên siyasî erka demokrasiyê ye. Gotinên Erdogan nîşan dide ku demokrasiyê tehamul nake."    'EM BI HEVRE DEGNÊ XWE BILIND BIKIN'   Baydur, anî ziman ku wekî HDP'ê li dijî pêkanînên dijdemokratîk in û wiha bi dawî kir: "Divê hemû kesên Demokrasiyê dixwazin divê li dijî van pêkaninan hasas bin. Îtirazên xwe yên li dijî pêkanînên dijdemokrasiyê bilind bikin. Divê em hemû li dijî qeyûman û pêkanînên dijdemokratîk dengê xwe bilind bikin. Di vê çarçoveyê de ziyaret û diyaloga me ya bi rêxistinên sivîl û demokratîk ên li bajar re wê bidomin. Ger ku em îtîrazên hevpar bi rêxistin nekin wê ev pêkanînen dijdemokratîk bidomin. Ji bo welat di nava pêşeroja azad û aştî de bijî divê em bi hevre li dijî pêkanînên dijdemokratîk dengê xwe bilind bikin."