Ji heman malbatê 8 kes jehrî bûn 2017-11-27 09:26:42   WAN - Li navçeya Rêya Armûşê ji ber gaza ji sobeyê derket, ji heman malbatê 8 kes jehrî bûn.   Li taxa Beyuzumê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ji ber gaza karbonmonoksîtê ya ji sobeyê derket, ji heman malbatê 8 kes jehrî bûn. Ekîbên tenduristiyê sewqî herêmê hat kirin û 8 kes rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê.    Hat diyarkirin ku piştî dermankirinê, rewşa welatiyan baş e.