Notirvanekî taxê li Êlihê hat kuştin 2019-09-03 10:14:52   ELIH - Li taxa Bahçelîevlerê ya Êlihê notirvanê taxê Vezîr G. di êrîşeke çekdarî de hat kuştin.    Li taxa Bahçelîevler a Êlihê gule li ser notirvanê taxê Vezîr G. reşandin. Êrîş saet di 03.00'an de li kuçeya AVM'ê pêk hat. Vezîr G. di êrîşê de birîndar bû û rakirin Nezxweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê. Vezîr G. li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Piştî vê yekê ji bo girtina faîlên bûyerê operasyon hat destpêkirin.