‘Li dijî polîtîkayên çewsandinê têkoşîna hevpar a gelan divê' 2019-09-03 09:05:45   STENBOL – Stenboliyan, tayînkirina qeyûman û polîtîkayên çewisandinê yên îktîdarê ku li dijî hêzên demokrasiyê bi kar tîne nirxandin û gotin, têkoşîna hevpar a gelan şert e.    Stenboliyan, bal kişand ser tayînkirina qeyûman a ji bo sê şaredariyên bajarên mezin û polîtîkayên çewisandinê yên îktîdarê ku li dijî hêzên demokrasiyê bi kar tîne.   Endamê Komeleya Piştevaniyê ya Karkeran a Navnetewî Tevfîk Kaya, bilêv kir ku ew tenê doza mafên xw nakin, ew li her derî ji bo mafên mirovên ji aliyê hikûmetê ve hatine mexdûrkirin têdikoşin  û got, ew dixwazin li welatekî demokratîk bijîn. Kaya, destnîşan kir ku îktîdara AKP'êvîna gel bin pê kiriye û qeyûm tayînî şûna hevşaredaran kiriye û got, divê karker, jin, ciwan û tevahiya civakê li dijî vê derkeve û tev bigere.    ‘EM NAXWAZIN CIWANÊN ME BIMIRIN'    Dayika Aştiyê Hatbiye Hevsel, diyar kir ku polîtîkayên hikûmetê şaş in û bi van polîtîkayan wê Tirkiye tu carî nebe welatekî demokratîk. Hevsel, destnîşan kir ku îktîdar kesên li dijî polîtîkayên şe rderdikevin binçav dike û ji ber vê girtîgeh tije bûne. Hevsel, bilêv kir ku dewlet aştiyê naxwaze û got: "Em dayikên aştiyê ne. Em şer naxwazin. Am nxwazin xwîn biherike. Em naxwaizn êdî ciwanê me bimirin. Dewlet aştiyê naxwaze. Zarokên me digire. Çimkî em dibêjin em kurd in. Divê divê aştî çêbibe, em dayik in dayik."    Mert Eryîgît, destnîşan kir ku bêyî şert û merc divê her kes aştiyê bilêv bike. Volkan Atmaca jî got: "Li dijî xespkirina mafan, em ê tim liq adan bin. Divê ji bo têkoşîna azadî û mafê jiyanê ya gelan rêz û hurmet hebe. Loma divê em ji bo vê tev bigerin."    Seher Erîş jî got: "Li her derî taciz û tecawiz heye. Mafême yê qanûnî maf bijartinê bi qeyûman tê xespkirin. Qeyûm pêşî, saziyên jinan girtin. Ev yek jî nîşan dide ku ka îktîdar çi qasî dijminê jina ye. Qeyûm, êrîşeke li dijî destkeftiyên jina ye."    ‘LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ŞERÎ AŞTÎ'    Engîn Denîz jî anî ziman ku li dijî polîtîkayên şerî yên hikûmetê gel doza aştiyê dikin û got: "Rejîma qesrê çi dike bila bike, nikare hêza gel biqedîne. Wê kurd, tikr, elewî, pêşverû wê bi awayekî rê li ber polîtîkayên îktîdarê bigire. Wê ev bi hilbijartinê bibe. Dibe carinan wekî Geiyê li kuçeyê pêk bê. Wê bi vî awayî tu têboriyeke qesrê nemîne."