Turk û Mizrakli ji bo tayînkirina qeyûm betal bibe serî li dadgehê da 2019-09-02 17:12:07 AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk yên ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, ji bo dîsa li peywira xwe vegerin û tayînkirina qeyûm betal bibe, serî li dadgehê dan.    Wezîrê Karen Hundir Suleyman Soylu di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayinî ser şaredariyên HDP’ê yên Wan, Mêrdîn û Amedê kiribû. Heşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe û Heşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji peywire girtibûn. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk yên ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, ji bo dîsa li peywira xwe vegerin û tayînkirina qeyûm betal bibe, serî li dadgehê dan. Mizrakli serî li 1'emîn Dadgeha îdarî ya Amedê da. Ahmet Turk jî bi rêya parezerê xwe Erdal Kuzu serî li 2'emîn Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê da.