Guven: Pêdiviya Rojhilata Navîn bi manîfestoya Ocalan heye 2019-09-02 16:14:49   COLEMÊRG - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li Colemêrgê bang li hemû hêzên Tirkiyeyê kir ku guh bidin peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got pêdiviya Rojhilata navîn bi manîfestoyên Abdullah Ocalan heye."     Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven piştî greva birçîbûnê ya 200 rojan cara yekê çû Colemêrgê. Rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyên Colemêrgê, Leyla Guven li Qada Azadiyê bi girseyî û bi dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye” pêşwazî kir. Girse ji Qada Azadiyê heta avahiya HDP’ê ya Colemêrgê meşiya. Destpêkê parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û got: "Leyla Guven ji taritiyê re bû ronahî."    'EM TU CAR QEDEXEYÊN HIKÛMETÊ NAS NAKIN'    Piştre Leyla Guven wekî Parlamentera Colemêrgê yekem car hîtabî gelê Colemêrgê kir û got: ”Bi hezaran hevalên me li girtîgehê dîl tên girtin. Ew hevalên me yên ku dîl hatine girtin em ji Colemêrgê slavên gerim ji wan re dişînîn. Hevalên me siyaseta kurd û Kurdîstanê meşandin. Hevalên me dizî nekirin, bêhiquqî nekirin tenê ji gelê xwe re siyaset kirin. Lê belê ji aliyê pergalê ve hevalên me dîl hatin girtin. Ji ber vê yekê ji em peyama xwe nû dikîn û em dibêjîn ku ew hevalên nû hatine hilbijartin, peywira wan çi be em ê rêve bibin. Tişta ku hikûmet dibêje qedexe ye em tu car nas nakîn. Hevalên me çi gotibûn? Gotibûn 'kurd û Kurdîstan. Em careke din dibêjin navê vê erdnîgariyê Kurdîstan e û em jî kurd in. Em li ser xaka Kurdîstanê dijîn. Her çiqas we Kurdîstan kirîbe çar perçe jî ji bo me Kurdistan e. Em sînorên we ji me re danîne qebûl nakîn. Heta niha ji me sînor nas nekirine û ji vê demê şûnde jî em sînorên we nas nakîn. Colemêrg jî bajarekî qedîm ê vê erdnîgariyê ye. Bajarekî çil sale li rûmeta xwe, têkoşîna xwe xwedî derdikeve. Ji bo min şerefeke, rûmeteke ku ez li vî bajarî hatime hilbijartin. Ez girtî bûm lê bajarê me dîsa li vîna xwe xwedî derket û em hilbijartîn. Ez rêzdarî û hurmeta xwe ji we re pêşkêş dikim.”   ÇALAKIYÊN BIRÇÎBÛNÊ RÊYA ÎMRALÎ VEKIR   Guven, bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê û MHP’ê û wiha lê zêde kir: "Li Wanê mitîngek bi girseyî hate lidarxistin. Bi her zimanekî gotina 'Ji şer re na, ji aşitiyê re erê' hebû. Birêz Abdullah Ocalan, dibê 'Ez ji sala 1996’an de di girtîgehê de hewl didim ku aşitiyeke mayînde, aşitiyeke bi rûmet pêk bînim. Lê hikûmeta AKP - MHP'ê vê qebûl nake'. Bi saya çalakiyên birçîbûnê riya Îmraliyê hate vekirin. AKP’ê carekê gotibû em dikarîn pirsgirîka kurd çareser bikîn. Kurdan ji dengê xwe dabû AKP’ê û jê re gotin ku em dengê xwe didîn we pirsgirîka kurd çareser bike. Lê me di dawiyê de zanî ku AKP ne dilsoze. AKP’ê 18 sal in tu tuşt neda gelên Tirkiyeyê. AKP tenê got ez ê bikim lê nekir. Îktîdara xwe parast û xwe parast weki din tiştek nekir. Ji ber wê em careke din dubare dikîn û dibêjin banga birêz Ocalan bangek bi rûmet e û dibêjin bila AKP hişê xwe komî serê xwe bike. AKP û MHP têk çûne."      Guven, herî dawî bang li hikûmetê kir û xwest ji bo aştiyek bayinde guh bide banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir: ”Ez bawerim îktîdara wan heta hilbijartinê li ser piyan namine. Ew mecbûrin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Pirsgirîka Tirkiyeyê ya herî bingehîn pirsgirîka kurd e. Ji ber vê yekê gava ku me dest bi grevên birçîbûnê kir, me bal kişand ser tiştekî. Me got ku AKP û MHP bi zanebûn dengê birêz Ocalan qut dikin. Ew dizanin ku birêz Ocalan biaxive wê roj li Rojhilata Navîn hilê. Ne tenê li Tirkiyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn dengê birêz Ocalan sekna wî, felsefeya wî têra tevahiya gelan dike. Ji ber wê dengê wî qut kirin û xwestin li gorî xwe Rojhilata Navîn Dîzayn bikin. Lê ew ji baş dizanin ku gava deriyên Îmraliyê vedibin, birêz Ocalan di her hevdîtina xwe de manîfestoyekê dişine û ji gel re dibêje ’Ji bo aşitiyê hewl bidin, li ber xwe bidin’. Ez wekî hevseroka KCD’ê dibêjim ku em ê çalakiyên xwe zêde bikin û li ber xwe bidi. Em ê yêkitî û tifaqa xwe xurt bikîn em ê bi ser bikevîn. Yan em ê statuya xwe bi dest bixin yan jî em ê sedsalên din wenda bikîn. Ne hewceye ku em sed salên din wenda bikîn. Divê em bibîn yek û li dijî perçekirinê li ber xwe bidîn. Em bi xwe bawer in serkeftin ya me ye.”