Temellî: Divê Tirkiye kabûsê hişyar bibeFîncanci: Pêdivî bi destûrek bingehîn a nû heye 2019-09-02 16:13:43 STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di çarçoveya xebatên "Destûra Bingehîn a Demokratîk" de bi TÎHV û ÎHD'ê re hevdîtin kir. Temellî di hevdîtinê de, diyar kir ku divê Tirkiye ji kabûsa heyî hişyar bibe. Seroka TÎHV'ê Şebnem Korûr Fîncanci jî, got; "Pêdivî bi destûrek bingehîn a nû heye."   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, hevdîtinên di çarçoveya "Desteya Bingehîn a Demokratîk", "Paketa Darazê" û "Tîfaqa Demokratîk" dayî dest pêkirin de, bi hevdîtina Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê re dewam kir. Temellî û şandeya pê re, li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji aliyê Seroka TÎHV'ê Şebnem Korûr Fîncanci û Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolarî ve hatin pêşwazî kirin. Temellî û şandeyê berî hevdîtinê derbarê rojevê de daxuyanî dan çapemeniyê.   'DIVÊ TIRKIYE JI KABÛSÊ HIŞYAR BIBE'   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku rojeva herî girîng a Tirkiyeyê binpêkirinên mafên mirovane û wiha axivî: "Desthilatdarî di warê binpêkirina mafê mirovan de sûcên mezin kirine. Em pêvajoyake hemû mafên mirovan tên xespkirin dijîn. AKP bi vê xespa maf, polîtîkayên şer bi rêve dibe. Serokkomar Erdogan her tim HDP'ê, parlementeran û serok şaredariyan tehdît dike.  A rastîn bi vê gelên Tirkiyeyê, kedkar û jinan tehdît dike. Divê Tirkiyeyê ji vê kabûsê hişyar  bibe û ji vê rewşê re bêje êdî bese. Ji bo vê divê em bên gelhev. Banga me ya sereke eve."   FÎNCANCI: HIQÛQ  JI HOLÊ HATIYE RAKIRIN   Seroka TÎHV’ê Şebnem Korûr Fîncanci jî got ku “Ji ber ku ew bi israr xeta siyaseta demokratîk didomînin em spasiyên xwe li HDP’ê dikin. Ji ber vê sedemê têkoşîn gelekî bi qîmet e. Wê Tirkiye têkoşîna xwe ya ji bo edalet û mafan bidomîne. Em ê li hemberî wezîfedarkirina waliyên mêtinger derkevin. Girîng e ku mirov li dijî şer be. Di destûra bingehîn de, pêdivî bi peymannameya civakî ya nû heye.”   'PÊDIVÎ BI DESTÛREK BINGEHÎN A RAST HEYE   Seroka ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî diyar kir ku divê mûxalefetên civakî were gel hev û wiha got: "Pêdivî bi destûrek bingehîn a rast heye. Ev jî wê bi têkoşîna civakî pêkan e."