Serokê Baroya Amedê Aydin: Darazê serxwebûn û bêaliya xwe winda kiriye 2019-09-02 15:47:00 AMED - Baroya Amedê bi minasebeta Vekirina Sala Nû ya Darazê ku li Qesrê pêk hat, li pêş Edliyeya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin, diyar kir ku Daraza Tirkiye êdî bêalîbûn û serxwebûna xwe winda kiriye û got: "Pirsgirêka Daraza Tirkiye ya kronik êdî di milê fîzîkî û hişmendî de nêzî îktidarê bûye."    Baroya Amedê îsal bi sedema ku Sala Nû ya Darazê li Qesrê pêk hat, beşdarî bernameyê nebû. Baroya Amedê bi minasebeta sala nû ya Darazê li pêş Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Beriya daxuyaniyê bidin gelek polîs li pêş adliye kom bûn. Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin û endamên Baroyê bi cubeyên parêzeriyê tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî a “Em te ji bir nakin" nivîsîbû vekirin. Serokê Baroyê Cihan Aydin, li vir axivî û bal kişand ser îhlalên di qada darazê de.    ‘DARAZ BI XWE BÛYE PIRSGIRÊK'   Aydin, diyar kir ku daraza Tirkiye êdî bêalîbûn û serxwebûna xwe winda kiriye û wiha axivî: "Daraz li şûna pirsgirekan çareser bike, bi xwe bûye pirsgirêk. Em bang li Îktîdarê dikin ku êdî bandor û hukmê xwe yê li ser darazê bi dawî bike. Pirsgirêka daraza Tirkiye ya herî kronik  ewe ku daraz di milê hişmendi û fîzîkî de nêzî îktîdarê bûye. Heta daraz di milê fîzîkî û hişmendiyê de serxwebûn û xweseriya xwe îlan neke dê nikaribe xwe ji vê kaosê rizgar bike. Heta daraz azad nebe nikari biserxwebûna xwe pêş bixe."    Aydin, anî ziman ku li Tirkiyeyê 94 fakulteyên hiqûqê hene û 90 hezar xwendekar li van fakulteyan perwerde dibin û wiha got: "Li Tirkiye 117 hezar parêzer hene. Her sal bi vekirina fakulteyên nû yên hiqûqê pirsgirêk çareser nabin. Divê kontenjana fakulteyên rast bikin û perwerdehiya fakulteyan ji nûve rast bikin. Hêj polîtikayên cînayeta Serokê Baroyê yê berê Tahîr Elçî a nediyarîbûnê didome. Bi KHK'yan bi hezaran karker û karmend ji kar hatin avêtin. Qeyûm tayinî şaredaiyan hat kirin. Mafê bijartin û hilbijartinê hat îhlalkirin. Divê erka şaredaran dîsa li wan vegerinin û şaredar dîsa biçin ser karên xwe."   Yek ji pirsgirêka ku bûye glok neçaresriya pirsgirêka Kurd e. Divê pirsgirêk li ser esasê wekhevî û azadiyê bê çareserkirin. Tundî û şer bi xwe re kriz û kaosê avadike. Armanca sereke aştiya civakî ye. Divê aştî bi israr û bî înat bê xwestin."