Li Wanê Şermezarkirin: Heya ku em vîna gel derbixin holê em ê têbikoşin 2019-09-02 15:37:13   WAN - Parlementera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan di roja 15’emîn a çalakiya şermezarkirina qeyûman de axivî û diyar kir ku pergala hevserokatiyê xeta wan a more. Orhan, bal kişand ser tunehesibandina vîna gel û wiha got: “Heya ku em vîna gel derbixin holê em ê têkoşîna xwe derwam bikin.”   Li Wanê, bertekên li dijî tayînkirina qeyûma di roja 15’emîn de dewam kir. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muazzez Orhan, Mûrat Sarisaç, Şevîn Coşkûn, Habîp Eksîk, hevşaredar û welatî beşdarî çalakiya şermezarkirinê ya li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê hat lidarxistin bûn.   'EMÊ TÊKOŞÎNA XWE DEWAM BIKIN'   Parlementer Muazzez Orhan, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku li dijî darbeya qeyûm ev 15 rojin li kolanan têdikoşin. Orhan, anî ziman ku ewê tu carî vê darbeyê qebûl nekin û wiha got: “Di 19’ê Tebaxê de em rastî darbeyek sivîl hatin. Di hilbijartina 31’ê Adarê de gel vîna xwe danî holê û hevşaredarên xwe hilbijartin. Lê desthilatdariya siyasî ya vîna gel rewa nabîne û qebûl nake, bi darveyek siyasî vîna gel xesp kiriye. Em jî dibêjin heya ku em vîna gel derbixin holê emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”     ‘HEVSEROKATÎ XETA ME YA MORE’’   Orhan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hişmendiya AKP û qeyûm heya demek dirêj wê dewam neke. Emê îtîrazên xwe bilindtir bikin. Em van pêkanînan qebûl nakin. Hevserokatî xeta me ya more. Emê tu carî ji pergala hevserokatiyê gav paşve ne avêjin û emê tawîz nedin. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî vîna xwe derkevin û li dijî hişmendiya qeyûm a tekçî îtîrazên xwe bilindtir bikin.”   Piştî stranên hatin gotin, çalakiya rûniştin û şermezarkirinê bi dawî bû.