Gurkan: Ji bo têkoşîna hevpar em li virin 2019-09-02 14:53:34 AMED - Seroka Giştî ya Partiya  Kedê Selma Gurkan a beşdarî çalakiya rûniştinê ya Amedê bû, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got: “Ji bo têkoşînek hevpar em li virin.”  Di 19'ê Tebaxê de, qeyûm tayinî şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Wan, Mêrdîn û Amedê hatin kirin. Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman dewam dikin.  Çalakiya rûniştinê ya li Kolana Lîse ya Amedê dest pê kir, di roja 15’emîn de dewam kir. Çalakiya rûniştinê ya di saet 11.00’an de dest pê kir, bi lêxistina çepik û berzkirina dirûşmeyan dewam kir. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin, rastî eleqeyek mezin a welatiyan hat.    NÛNERÊN PARTIYÊN SIYASÎ BEŞDAR BÛN   Parlementerên HDP’ê, Serokê Giştî yê Partiya Komînist a Kurdistanê Sînan Çîftyurek, Seroka Giştî ya Partiya Kedê Selma Gurkan, Alîkarê Hevserokê Giştî Yûsûf Turkmen, Serokên Partiya Kedê yên Dersim û Xerpêtê û endamên Desteya Rêveber a Navenda beşdarî daxuyaniya îro bûn.    ‘HIŞMENDIYA ÎNKARÊ’   Di daxuyaniyê de dest pê kê Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Zeyyat Ceylan axivî û wiha  got: “Hişmendiya qeyûm, hişmendiya  înkarê ye û ev hişmedî gel mehkûmê faşîzmê dike. Her roj li dijî qeyûm têkoşîn berdewam dike. Emê bi têkoşîna gel qeyûman rawestînin.”   ‘EWÊ LI HEMBERÎ DÎROKÊ BIFETISIN’   Piştî Ceylan, li ser navê Koma Meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Rezanê Zubeyde Zumrut axivî. Zumrut, diyar kir ku ger li cihekê behsa hilbijartinê bê kirin, divê li wê derê demokrasî jî hebe û wiha bilêv kir: “Li vê derê behsa hilbijartin û demokrasiyê dikin. Lê dema mijar dibin Kurd, dengê wan tune tê hesibandin. Dixwazin bi zext û êrîşan mezin bikin, lê bila vê yekê  baş zanibin, tu desthilatdar bi zextan mezin nabe. Bila hemû kes jî baş zanibin ku çi dibe bila bibe emê qezenc bikin.”   ‘JI BO TÊKOŞÎNA HEVPAR EM LI VIRIN’   Seroka Giştî ya Partiya Kedê Selma Gurkan, bi armanca piştgiriyê çalakiya rûniştinê ziyaret kir û di serdana xwe de ev tişt gotin: “Em qeyûman şermezar dikin. Bi armanca piştgiriyê em hatin vê derê. Em ê bi hevre vîna têkoşîna hev par bi rêve bibin.”   Piştî daxuyaniyê, ji bo 10 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistsin û dûre çalakiya îro bi dawî bû.