Baroya Enqerê şermezar kir: Em li dijî hemû pêkutiyan e 2019-09-02 13:38:31   ENQERE - Serokê Baroya Enqerê Erînç Sagkan, Merasîma Vekirina Sala Nû ya Edlî ya li Qesrê hat lidarxistin şermezar kir û pirsa; “Gelo îro li ber Serokkomar hat gotin ku mafê îfadeyê tê sînordar kirin?”    Baroya Enqerê ya Merasîma Vekirina Sala Nû ya Edliyê ya li Qesra Serokkomar a Beştepe hat lidarxistin boykot kir, li ber Edliya  Enqerê daxuyanî da çapemeniyê. Parêzerên baroyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Baroya Enqerê Erînç Sagkan daxuyanî da.    Sagkan, diyar kir ku mafê bingehîn û azdiyan li Tirkiyeyê hatiye tune kirin û wiha axivî: “Dîroka parastineke serbixwe, di her serdemê de, bûye jehrkujiya zext, pêkutî û bêhiqûqiyê. Li Tirkiyeyê jin, zarok, LGBTÎ, heywan, çiya û daristin, bi kurtasî hemû kesên ne ji wan, tîbûna edaletê dijîn. Di navê vê tîbûnê de parêzer jî hene. Divê daraz serbixwe be. Li pêşiya me vekirina sala edlî ya nû heye. Li ser me cubbeyên me hene. Emê heya dawiyê bi pîvan û cesareta xwe têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin. Em parêzer li dijî hemû pêkuteyane. Sekna me ya serbixwe ya îro li vir, sedema me ya herrî pîroz a ku hebûna me dide avakirine.”   HEYA KU DARAZ SERBIXWE NE BE, PIRSGIRÊK ÇARESER NABIN   Sagkan, di dawiya axaftina xwe de behsa sedema ne beşdarbûna merasîma li Qesra Serokkomar kir û wiha got: “Ger divê ku vekirina sala edlî ilehî li qesrekê çêbe, lazim bû ev li qesrên edlî bihat lidarxistin. Gelo îro li ber Serokkomar hat gotin ku mafê îfadeyê tê sînordar kirin? Heya ku em daraza serbixwe ava nekin, wê tu pirsgirêk çareser nebin.”