Xwestin tevî kelepçeyê rontgenê bikişînin 2017-11-27 09:15:20 ENQERE – Girtî Viyan Hevjin Morkuzu ya li Girtîgeha Şakranê dimîne diyar kir ku ji bo dermankirinê ew birine nexweşxaneyê û xwestine bi kelepçeyê rontgena wê bikişînin.  Girtiya bi navê Viyan Hevjin Morkuzu ya li Girtîgeha Şakranê dimîne bi şandina nameyekê binpêkirina mafan a li girtîgehê bi raya giştî re parve kir. Morkuzu destnîşan kir ku di binpêkirina mafê jiyanê de ewil mafê tenduristiyê tê astengkirin û xwest ku raya giştî li hember vê yekê bêdeng nemîne.    'BI KELEPÇÊ XWESTIN RONTGEN BIKIŞÎNIN’    Morkuzu diyar kir ku girtiyên nexweş li benda dermankirinê ne û wiha got: “Rewşa wan xetereye û bi rîsk e. Bi OHAL’ê re zext li ser girtiyan zêde bûne û her roj em bi rêbazek û binpêkirinek nû ya mafan re rû bi rû dimînin. Mafê tenduristiya hemû girtiyan tên desteserkirin. Ev 6 meh in ez li benda dermankirina împlantê bûm û ji bo vê dermankirinê bi hevalên xwe me birin nexweşxaneyê. Divê ku tokayên li ser porê me jî derxistina lê bêyî ku rabikin, xwestin rontgena min kelepçekirinê bikişînin. Me got ev yek nayê qebûlkirin. Lê leşkeran got ku rayedarî di destê karmend û bijîşkan de ye. Tu kesî berpirsyarî nekir û em bi muameleyên kêfî re rû bi rû man. Ji bo em van sepandinan qebûl nakin, nayên dermankirin.”    Morkuzu destnîşan kir ku her çiqas ji bo astengkirina mafên wan ên tenduristiyê bên başkirin daxwazname dane jî nehatine qebûlkirin û banga hestiyariyê li raya giştî kir û xwest ku raya giştî li hember van sepandinan bêdeng nemîne.