Li Amedê çalakiya rûniştinê di roja 15’an de didome 2019-09-02 12:43:54   AMED – Li Amedê çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûm di roja 15'an de didome. Girsê bê navber dirûşmeya “Ev hêj destpêk e." berz kirin.   Piştî wezîrê Karen hundir Suleyman Soylu di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayinî ser şaredariyên HDP’ê yên Wan, Mêrdîn û Amedê kir, hilbijêrên HDP’ê ku ji parlamenter, hevşaredar, rêveber û endamên meclîsa şaredariyan pêk tên 15 rojin li kolana Lîseyê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Îro jî hilbijêr dîsa li Kolana Lîseyê kom bûn û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Girsê li kolanê bê navber dirûşmeya “Ev hêj destpêk e, têkoşîn didome." berz kirin û bertekên xwe anîn ziman. Dîsa gelek parlamenter, hevşaredar û hilbijêrên HDP’ê di çalakiyê de cihê xwe girtin. Meclîsa Şaredariya Rezan jî bi pankarta “Dest nede vîna min" tev li çalakiyê bû. Di çalakiyê de kursiya serbes hat avakirin û welatiyan bertekên xwe anîn ziman. Li vir stran gotin, helbest xwendin û axaftin kirin. Çalakgeran di çalakiyê de bi fîrfîrkan qeyum şermezar kir. Tê payin ku Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan û Koma Jinan a Berxwedanê ya Amedsporê jî tev li çalakiyê bibin.