ÎRA: Di Tebaxê de 15 rojnameger hatin binçavkirin 2019-09-02 11:53:28 AMED - Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), rapora meha tebaxê ya binpêkirina mafên rojnamegeran parve kir û diyar kir ku di meha Tebaxê de binpêkirin derket asta herî jor. ÎRA'yê anî ziman ku di 10 rojên dawî yen Tebaxê de 15 rojnameger hatin binçavkirin û hêj 146 rojnameger girtî ne.     Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), rapora meha tebaxê ya binpêkirina mafên rojnamegeran parve kir. ÎRA'yê, diyar kir ku zext û tundiya li ser rojnamegeran her ku diçe zêde dibe û wiha got: "Her meh rojnameger tên binçavkirin, girtin, darizandin û rastî cezayan tên. Di meha Tebaxê de zextên li ser rojnameigeran derket asta herîe jor. Di meha tebaxê ku çalakiyên civakî li kolanan zêde bûn, zextên li ser rojnamegeran jî zêde bûn. Tenê di 10 rojên dawî yên Tebaxê de 15 rojnameger hatin binçavkirin. Rojnameger bi dehan caran hatin astengkirin. Der barê wan de lêpirsîn û doz hatin vekirin. Gihandina sedan nûçeyan hatin astengkirin."    Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) heri dawî anî ziman ku dixwazin demek berî demekê zext û tundiya keyfî û li dijî zagonan a li ser rojnamegeran bi dawî bibe û wiha bi dawî kir: "Li Tirkiye hêj 146 rojnameger girtî ne. Ger ku hikûmet diparêze Tirkiye welatê demokratîk e û hurmeta wê ji huqûqê re heye, wê demê divê bi lez rojnamegerên girtî serbest berde û zextên li ser çapemeniyê bi dawî bike."    ÎRA bîlançoya meha Tebaxê ya zextên li ser rojnamegeran wiha parve kir:    * 15 rojnameger hatin binçavkirin.  * Li 2 rojnamegeran lêpirsîn vekirin.  * Li 5 rojnamegeran doz vekirin.  * Ceza dan 1 rojnamegerî. (2 sal û 4 meh û 3 roj).  * Gîhandina 700 nûçeyan asteng kirin.  * Bi ser mala 1 rojnamegerî de girtin.  * 2 rojnameger rastî lêdanê hatin.  * 1 rojnameger rastî êrîşa çekdaî hat.  * Rojnamegerekî ji ber zextan dest ji rojnamegeriyê berda.  * Li Wan, Amed, Mêrdîn û Stenbolê bi dehan caran rojnamegerên nûçeyen li kolanan dişopandin rastî astengiya polîsan hatin.  * RTUK erkdar kirin ku radyo û televizyonên li ser înternetê weşanê dikin sansur bike.  * Ji bo Nasnameya Zer a çapemeniyê asteng bikin lîsteyek amade kirin.