Ji bo dîmenan got ‘montaj’ e 2019-09-02 11:43:55 WAN -  Sekreterê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Mustafa Yalçin, ji bo gotina xwe ya “Dema min 653 karker ji kar avêt min zexq stend" a dîmenê wê jî hebûn got "Mantaj e" û ev gotina xwe înkar kir.  Di sala 2016'an de Qeyûm tayînî şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû kirin. Wê demê Mustafa Yalçin jî wekî Sekreterê Giştî yê Şaredariyê hatibû peywirdarkirin. Mustafa Yalçin niha Şaredarê Tasal a Kayseriyê ye.  Yalçinş wê demê beşdarî qanalak TV bûbû û gotibû "Dema min 653 karker ji kar derxist min zewq stend." Piştî bertekên li dijî wî zêde bûn, Yalçin têkildarî mijarê li ser hesabê medya civakî daxuyanî da. Yalçin, li ser hesabê facebookê daxuyaniya xwe û Wêneyê ku bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu re kişandiye parve kir û got: "Ew mijara tê gotin montaj e."    Yalçin, di ihayeyên "Pirozbahiyên Rojên Mîllî û Fermî de malzemeyên bên bikar anîn" di sala 2018'an de 799 hezar TL pere qerç kiribû. Dîsa di serdema qeyûm de di sala 2017'an de 148 hezar TL, di sala 2018'an de 156 hezar TL bi giştî 1 milyon û 103 hezar TL ji butçeya şaredariyê pere xerç kiribû.