'Ev Tarsûs e, cihê dewletê ye, naşibe cihên din' 2017-11-27 09:14:05 EDENE - Welatî Ahmet Sert yê ji Girtîgeha Tarsûsê hat berdan, diyar kir ku li 3 girtîgehên cuda maye û wiha got: "Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê gardiyanan gefa 'Vir Tarsûs e. Cihê dewletê ye. Naşibe ciheki din.' û gef li me xwarin."   Welatî Ahmet Sert ê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin û 15 mehan girtî ma, di 16'ê mijdarê de li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê serbest hat berdan. Sert di rûniştina dozê ya 3'emîn de hat berdan. Sert, piştî hat berdan bal kişand ser zextên li Girtîgehên Tipa M û T yên Îskenerûn û Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê. Sert ku di 16'ê tebaxa 2016'an de li Eskîşehîrê hat binçavkirin, hat girtin û şandin Girtîgeha Tîha H a Eskişehirê. Sert piştî 2 mehan li Eskîşehîrê hat girtin sewqî Girtîgeha Tîpa T a Îskenderunê kirin. Sert serpêhatiyên xwe wiha parve kir: "Ez ewil birin Girtîgeha tîpa T a Îskenderûnê. Hefteyekê pêdiviyên min ên bingehîn neda min. Ez li ser piyan jimartim. Ez hefteyekî di hucreyê de hatim girtin. Hefteyek şûnde ez sewqî Girtîgeha Tîpa M  Îskenderûnê kirim."   'ZEXTÊN DERÛNÎ ZÊDE YE'   Sert, destnîşan kir ku li Girtîgeha Tîpa M a Îskenderunê bi rêk û pêk rastî îşkenceya derûnî tê û wiha got: "Dema ewil ez çûm li odeyê 21 girtî hebûn. Gardiyanan ji me xwest em li korîdoran bi yek sira bimeşin. Li korîdorê axaftin qedexe bû. Dema me ev yek rexne dikir jî diketin nava hewldanên provokasyonê. Di saetên şevê de li ser navê lêgerînê pirtûk û nivînên me belav dikirin. Malzemeyên ku me ji kantînê dikirîn desteser dikirin. Midûrê girtîgehê qerfê xwe li me dikir û mineta xwe li ser me dikir. Digotin 'Em nan û av didin we. Televîzyona we heye' Gardiyan her dem dihatin mazgal vedikirin û em temaşe dikirin."   AVA VEXWARINÊ QİRÊJ BÛ    Sert, bal kişand ser paqijî û ava vexwarinê jî û wiha berdewam kir: "Ava vexwarinê pir qirêj bû. Nedihat vexwarin. Ji ber ava qirêj nexweşî çê dibû. Ava germ zivistanî hefteyê 2 caran û havînan jî hefteyê carekê didan me. Di dema dawî de mehekê ava germ nedan me. Em dernedixistin revîrê. Herî dawî sergardiyan H.D. û S.Y., hatin odeya me min rewş ji wan re got. Hevalê me yê nexweş Îsmail Tanboga dibirin nexweşxaneyê, lê tu teşhîs li nexweşiya wî nekirin.    'POLÎS GIRTIYAN DIXE NAVA LÊPIRSÎNÊ'   Sert, destnîşan kir ku li şûna binpêkirinên mafan bi dawî bikin bêtir ceza li wan dihat birîn û wiha lê zêde kir: "Hevalên me yên ji bo êşa diranên xwe diçûn revîrê, bijîşk li şûna derman bike bi keyfî diranên wan dikişand. Kelepçe li wan ferz dikir. Polis dihatin girtîgehê û hevalên me li nava girtîgehê dixistin nava lêpirsînê.    40 GARDIYANAN 7 KES JIMARTIN   Sert, destnîşan kir ku herî dawî tevî 7 girtiyan di 13'ê Mijdarê de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê kirin û wiha got: "Di ketina girtigehê de ji me xwest em di lêgerîna tazî re derbas bibin. Ji ber ku me lêgerina tazî qebûl nekir em rastî lêdanê hatin. Bi zorê cilê me ji me kirin û li me dan. Her çend me got ev ne li gorî hiqûqê ye jî em xistin odeyekê. Gardiyan serê sibê hatin odeyê û gotin "Êm dê şeklekî bidin we. Em dê şeklê we biguherin. Di jimara serê sibê de tevî em 7 kes bûn jî 40 gardiyan hatin jimara me. Heta hatin jimarê ji mere gotin "Vir Tarsus e. Naşibe cihekî din. Cir cihê dewletê ye' û gef li me xwairn. Gardiyanan gotin 'Divê hûn li gorî me tev bigerin. Ger hûn li gorî me tev negerin, em dê we bavêjin hucreyan.' Piştre em avêtin kawîşên cuda. Roja ez derketim kesê ku dişibiya midûr dîsa gefa 'Tu dê hêj alîkariyê bide PKK'ê' û gef li min xwar.    MA / Hamdullah Kesen