Bav û du zarokên xwe bi lêdanê hatin binçavkirin 2019-09-02 09:35:06   ÇEWLÎG - Bav û du zarokên xwe yên li Çewlîgê ji aliyê polîsan ve hatin derpkirin, hatin binçavkirin. Polîsan li Taxa Uydukent a Çewlîgê, bav û du zarokên wî bi lêdanê binçav kirin. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, ciwanê bi navê A.Ç. ê li loqenteyê dixebitî, dema ku bi motosîkletê sparêş belav dikirin, bi hinceta ku li gorî hişyariya polîs a "raweste" tevnegeriyeya,  polîsan ew şopandin û dûre rawestandin. Polîsên ku motosîklet rawestandin, heqaret li A.Ç. kirin û derp kirin. Birayê A.Ç. ê dît ku polîs birayê wî derp dikin, xwest polîsan asteng bike. Lê polîsan êrîşê wî jî kirin. Polîsên ku du bira li ber çavên welatiyan derp kirin, dûre binçav kirin.    BAV Û DU KURÊ WÎ BINÇAV KIRIN    Bavê ku dît her du zarokan wî bi lêdanê tên binçavkirin, xwest mudaxileyî bûyerê bike. Lê rastî êrîş û tundiya bi dehan polîsan hat. Polîsan bav û du zarokên wî li nava konê bi erdêre dirêj kirin, paşve keleçpe kirin û kirin binçavan. Welatiyên kêliyên derp û lêdana polîsan bi telefonê qeyd kirin, bertek nîşanî polîsan dan.    3 kesên hatin binçavkirin, derbarê polîsan de gilî kirin û ji bo îfadeyên wan bên girtin li Midûriyeta Polîsan a Çewlîgê tên girtin.