Estukyan: Îktîdar gotina nifrînê belav dike 2017-11-27 09:12:03 STENBOL - Edîtorê Rojnameya Agosê û nivîskar Pakrat Estukyan, diyar kir ku di dîroka Komara Tirkiye de her dem civak bi gotinên nifrînê hatiye jahrkirin û wiha got: "Herî zêde siyasetmedar gotina nifrînê belav dikin. Bi taybetî siyasetmedarên girêdayî îktîdarê bêtir vê gotina nifrînê belav dikin."  Vakfa  Hrant Dink rojên borî der barê zimanê nifrînê yê medyayê de "Rapora Şopandina Gotinên Nifrînê ya Medya" ya mehên Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxa 2017'an bi raya giştî re parve kiribû. Li gorî raporê hezar û 972 nûçe û qunçiknivîsan ên netew, bawerî, nijad û nasnameyan dike hedef hatin tespîtkirin. Li lêkolîna nivîsande de hat dîtin ku 2 hezar û 466 gotinên nifrînê yê 48 koman dikin hedef hene.    Edîtorê Rojnameya Agosê û nivîskar Pakrat Estukyan, diyar kir ku ji dîroka komarê heta niha gotinên nifrînê yên li dijî ermenî, cuhî, rûm û kurdan bê navber berdewam kiriye û wiha got: "Kesên van gotinên nifrînê belav dike bi van gotinan civakê jahrî dike. Herî zêde kêmar bi van gotinan mexdûr dibin. Bi van gotinan mexdûriyet heta kuştinê jî belav dibe.    EV GOTIN RÊ LI PÊŞ SÛCÊN MEZIN JÎ VEDIKE   Estukyan, anî ziman ku ev gotin ji destpêka dîroka komarê heta niha bê navber berdewam kiriye û ji ber van gotinan heta sûcên mezin jî pêş tên. Estukyan, anî ziman ku ev hest li ser bingeha nijadperestiyê pêş dikeve û yên ne ji wan xerab didin nîşan û kêm didin xuyakirin û wiha got: "Bi salan gotina nifrînê belav bûye. Bi salan li Tirkiye li dijî xirîstiyanan hestê dijminantiyê hat pêşxistin."     GOTINÊN ÎKTÎDARÊ RÊ LI PÊŞ SÛC VEDIKE    Estukyan, zimanê siyaseta îktîdarê jî rexne kir û wiha got: "Herî zêde siyasetmedar gotina nifrînê belav dikin. Bi taybetî siyasetmedarên girêdayî îktîdarê bêtir vê gotina nifrînê belav dikin. Serokomar Recep Tayyip Erdogan dibêje 'Terorist 15 zarokan çê dikin'. Erdogan bi vê gotinê gelekî wekî terorîst nîşan dide. Ev gotinek pir talûke ye. Civakê dike du enî. Di bin hişê civakê de nifrînekê pêş dixe. "    Estukyan, da zanîn ku gotinên nifrinê yên li dijî ermenî, cuhî, rûm, kurdan bê navber berdewam dike. Di pêvajoya şer de ev gotin bêtir zêde dibe û rageşiyê zêdetir dike. Belavbûna gotinen nifrînê hem mexdûran mexdûr dike hem jî yên nifrînê belav dike jahr dike. Zerarê dide her kesî. Xuya ye ku dê ev gotin heta demek din jî belav bibe. Divê em xwe ji van gotinan xelas bikin. Ji ber ku ev gotin tenê bi Tirkiye ne bi sînor in.    MA / Bilal Seçkin