Ahmet Turk: Me serî tewandibûya emê 46 salan ne di nava siyasetê de bûna 2019-09-01 19:39:25 MÊRDÎN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, di şahiya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya li Qoserê axivî û got: “Ger ku me li dijî gefan serî tewandibûya, 46 salin emê ne di nava siyaset de bûna."  KESK, DÎSK, TMMOB, Odeya Tabîban û HDP'ê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qoserê meş li dar xistin. Girse li pêş mala mamosteyan kom bûn û dest bi meşê kirin. Girsê di meşê de pankart û dowizên "Dest nede vîna min", "Hevserokatiyî Xeta me ya Mor e", "Ji bo aştiyek bi rûmet tu jî rabe ser piyan" û "Ciwan dê hişmendiya qeyûm bavêje" vekirin. Dîsa dirûşmeyên ku feraseta qeyûm şermezar dikin berz kirin. Meşa ku bi hezaran kes beşdar bû heta Qata Azadiyê berdewam kir. Jin bi cilên xwe yên herêmî beşdar bûn û dîmenên rengîn ava kirin.    VÎNA GEL XESP KIRIN   Piştî meş li Qada Azadiyê bi dawî bû Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Merdinê Ahmet Turk, diyar kir ku heta niha şer û pevçûnê di jiyana civakê de birînên kur ava kirine u wiha got: "Ji bo şer çê nebin 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê îlan kirine. Em îro gel êşa vî şerî dijîn. Bi şer dixwazin vîna gel, dengê gel û dengê hêza muxalif qut bikin. Niha bi bêbextiyan dixwazin vîna gel reş bikin.b Niha vîna gel xezp dikin. Niha radibin ji bo pereyê ku tune yî dibêjin li cihên din belav kirine. Me soz dabû gelê xwe. Me gotibû emê her tiştî bi gelê xwe re parve bikin. Me hewl da zoza xwe pêk bînin. Niha gefan li me dixwin. Ger ku me li hemberî van gefan serî tewandibuya, 46 salin emê ne di nava siyasetê de bûna."    Piştî axaftina Turk, Berdevkê Platforma Şaxan a KESK'ê daxuyanî da. Parlamenterê HDP'ê Mehmet Rüştü Tiryaki jî qala çalakiya 14 rojan a li dijî qeyûman vegot.    Daxuyanî bi dirûşmeya “Emê bi berxwedanê bi ser bikevin" bi dawî bû.