Jinên Êlên Ereb di komxebatê de kom bûn 2019-09-01 17:38:26   TEBQA - Jinên Êlên Ereb ên herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê li Keleha Caber a bajarê Tebqayê di 1'emîn Komxebatê de li hev kom bûn.    Rêveberiya Jinan li herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê, bi dirûşma "Em bûn yek, bi ser ketin em ê li ber xwe bidin ji bo biparêzin" ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk komxebata yekem a jinên êlên Ereb li dar xistin. Bi dehan jinên êlan, nûnerên eşîran, endamên rêveberiyên jinan, komîteyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî li herêmên navborî û şandeyên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li komxebatê bûn. Komxebat bi armanca nîqaşkirina geşedanên girîng ên girêdayî gefên dewleta Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûsriyê û aktîfkirina rola jinên êlên Ereb di aliyê siyasî û civakî de, her wiha sekna li hember gefan û yekrêziyê, pêk hat. Li cihê komxebatê pankartên "Em bûn yek, bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin ji bo biparêzin", "Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê jin asta têkoşîna xwe li dijî şer bilind dikin" daliqandin.   Di komxebatê de ji rêveberên Rêveberiya Jinan li bajarê Reqayê Meryem Îbrahîm, bal kişand ser serkeftinên QSD`ê/YPJ û YPG`ê yên li dijî DAIŞ`ê û zehmetiyên ku jinan di nava çend salên derbasbûyî de jiyane.  Meryem diyar kir ku lidarxistina komxebatê bûyereke dîrokî di dîroka jinên Ereb de ye û wiha got: "Ev bûyera dîrokî ya yekem di jiyana jinên Firatê de ji tevahî cîhanê û bi taybet ji Rojhilata Navîn re tekez dike ku jin ber bi rizgariya demokratîk ve çûne û di nava civakê de bûne mînak."   Meryem Îbrahîm herî dawî wiha axivî: "Mem dagirkirina Tirkiyê naxwazin. Em hikumeta Osmanî ya faşîst naxwazin. Bijî yekitiya xaka Sûriyeyê. "