Kaftancioglû bertek nîşanî qeyûm da: Ger em têkoşînê mezin bikin wê nekarin tiştekê bikin 2019-09-01 16:14:28   STENBOL - Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û got: “Ger em têkoşînê dibin sîwana demokrasî û edaletê de mezin bikin, wê nekarin tiştekê bikin û yên ku qezenc bikin dê gelên Tirkiyeyê bin.” Bi pêşengtiya Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, li Qada Kartalê, mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê hat lidarxistin. Seroka Partiya Gel a Komarê (CHP) ya Stenbolê Canan Kaftancioglu ya beşdarî mîtîngê bû, têkildarî qeyûmên tayînê Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê hatin kirin, ji Ajansa Mezopotamya (MA) yê re axivî.   Kaftancioglû, diyar kir ku li Tirkiyeyê, desthilatdar li gorî berjewendiyên xwe hiqûqê bi kar tîne û wiha axivî: “Çawan ku bi darbeya hiqûqî hilbijartina 31’ê Adarê ya Stenbolê betal kirin û em di 23’ê Hezîranê de çûn hilbijartinê, niha jî bi heman awayî qeyûm tayînê Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Niha dîsa pêvajoyekê bêhiqûqî bi rêve dibin. Mînaka herî şênber a bêhiqûqiyê hilbijartina 23’yê Hezîranê li ber çavane. Divê em li dijî vê bêhiqûqiyê li kêleka hev rawestin. Lazime ku em serdestiya hiqûqî ji nû de ava bikin, em mil bidin milê hev bajareke dinava yekitiyê de ava bikin. Me ev yek di 23’yê Hezîranê de dît.”    ‘WÊ GELÊN TIRKIYEYÊ QEZENC BIKIN’   Kaftancioglu, bal kişand ser gotinên Erdogan ên tayînkirina qeyûman û wiha got: “Li cihekê hiqûq lê tunebe, gotinên kesekê her tiştî diyar dike. Lê ya girîng ne ewe ku tiştên ew bikin. A girîng ewe ku em li dijî vê bêhiqûqiyê bi hevre têbikoşin. Çi li Amed, çi li Wan û çi li Stenbolê dibe bila bibe, divê em bi hevre têbikoşin. Ger em têkoşînê dibin sîwana demokrasî û edaletê de mezin bikin, wê nekarin tiştekê bikin û yên ku qezenc bikin dê gelên Tirkiyeyê bin. Hûnê bibînin wê tim demokrasî û aştî qezenc bike.”