Di 1'ê Îlonê de berteka li dijî qeyûm 2019-09-01 14:45:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina HDP'ê û hêzên ked û demokrasiyê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelek navendan bi girseyî daxuyanî dan û 1'ê Îlonê pîrozkirin. Girseyên li hev kom bûn, di çalakiyan de tayînkirina qeyûm şermezar kirin û aştî û muzakere xwestin.      Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), TJA, KESK, DÎSK, TMMOB, TTB, ÎHD, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek komele û rêxistinên demoratîk, bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelek bajaran daxuyaniyên girseyî dan çapemeniyê û 1'ê Îlonê pîroz kirin. Girseyên li bajaran li hev kom bûn, tayînkrina qeyûman şermezar kirin, aştî xwestin û bang li hikûmetê kirin ku pêvajoya diyalog û muzakereyan bidin destpêkirin.    ŞIRNEX    Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Sîlopî ya Şirnexê bi armanca 1'ê Îlonê li pêş avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, hevşaredar, Meclîsa Dayikên Aştiyê endamên TJA û gelek rêxistinên demokratîk amade bûn. Endam û rêveberên HDP'ê di daxuyaniyê de pankarta “Bijî 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê" vekirin. Jinan jî cilên spî yên nûnertiya aştiyê dike li xwe kirin. Komê bê navber dirûşmeya “Bijî Aştî" berz kirin. Di çalakiyê de Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, diyar kir ku polîtîkaên şer nijadperestî kevnepertî û nifrînê sor dike û wiha got: "Niha ji her demê bêtir pêdiviya me bi aştiyê heye. Qeyûmê tenê tayînî vîna gelê Kurd nehatiye kirin, di heman demê de tayînî vîna henû civakan hatiye kirin. Em carek din ji bo aştiyê bang dikin ku gavên diyalog û muzakereyan bavêjin."   Endamê meclîsa HDP'ê û Endamê Koma Aştiyê Nurettin Turgut jî anî ziman ku banga wana aştiyê li dijî şer e û ew aştiyek bi rûmet ji bo hemû gelê Tirkiye û gelê bindest dixwazin."    ÊLIH    Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî bi minasebeta 1'ê Îlonê li pêş avahiya komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên KESK'ê û TMMOB'ê jî tev li daxuyaniyê bûn. Polîsan destûr neda ku daxuyaniyê li dervê komeleyê bidin. Piştre rêveberên ÎHD'ê daxuyanî li komeleyê dan. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Devran Yildiz, diyar kir ku 3 salin Walîtiya Êlihê hemû daxuyaniyan qedexe dike û got: "Ev pêkanînên li dijî hiqûq û qanûn e. Em vê yekê qebûl nakin.    ÇEWLÎK    Rêxistina HDP'ê ya Çewlikê jî li pêş Kuleya Saetê daxuyanî dan. Hevserokê HDP'ê yê Çewlikê Veysel Kaya û rêveberên HDP'ê amade bûn. Endamê Meclîsa Şaredariya Çewlikê Evindar Solmaz, diyar kir ku li ser axa lê dijîn wê her dem aştiyê bibarêzin û got: "Li ser axa me 40 salin şer heye. Şer bingeha xwe ji hêzên hegemon digirin. Ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin divê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Em tayînkirina qeyûm ya 3 bajarên kurdan qebûl nakin."    KONYA    Rêxistina HDP'ê ya Konyayê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Li salona avahiyê pankarta “Qeyûm nikarin vîna gel dîl bigirin" û “1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê pîroz be." vekirin. Hevseroka HDP'ê ya Konyayê Ayfer Almaz, diyar kir ku ji bo aştî, azadî û jiyana mirovane ya hemû gelan  pêdivî bi aştiyê heye."    COLEMÊRG    Li Colemêrgê jî Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê bi minasebeta 1'ê Îlonê daxuyanî da çapemeniyê. Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Sait Çaglayan, diyar kir ku rojên aştî bi ser bikeve nêzîk e û got: "Li welatê me pirsgirêka herî sereke, neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Li Tirkiye pirsgirêka Aştiyê heye."    AGIRÎ   Li Agiriyê jî Parlamenterên HDP’ê yên Agiriyê Abdullah Koç û Dilan Dirayet Taşdemir jî li Qada Tahîr Elçî li welatî û esnafan gul û qurnefil belav kirin. Koç, anî ziman ku tayînkirina qeyûm a Bajarê Wan, Mêrdîn û Amedê li dijî zagon û qanûnan e.    BEDLÎS    Li navçeya Tetwanê ya Bedlisê jî endam û rêveberên HDP’ê li avahiya HDP'ê kom bûn û bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li welatî û esnafên navçeyê qurnefil belav kirin.