Erebîstana Siûdî di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de 50 kes kuştin 2019-09-01 11:56:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Koalîsyona di pêşengiya Erebîstana Siûdî de êrîşî girtîgehek li Yemenê kirin. Di êrîşê de 50 kes mirin û 100 kes jî birîndar bûn.   Hêzên Koalîsyona di pêşengiya Erebîstana Siûdî de li dijî girtîgehek li Bajarê Zamar ê Yemenê êrîşa hewayî pêk anî. Di êrîşê de 50 kes mirin û 100 kes jî birîndar bûn. Berdevkê Hûsî Muhammed Abdusselam, li ser hesabê twitterê parve kir û got: "Hêzên Koalisyonê di sala nû ya hîcrî de li bajarê Zamarê êrîşî girtiyan kir û komkujiyek mezin kirin. Di êrîşan de li gorî agahiyên ewil 50 kes mirin û 100 kes birîndar bûn."    Midûrê Komîteya Neteweyî ya Karên Girtiyan ya girêdayî Husîyan Abdulkadir el-Murtada jî li ser hesabê Facebookê agahî dan û got: "Balafirên koalisyonê li bajarê Zamarê girtîgehên di kontrola Husiyan de kirin hedef. Yekineyên girgarkirinê ji ber êrîşan nekarîbû xwe bigînin qadê."    Şahidên bûyerê jî diyar kirin ku birîndar bi maşîne û ambulansên Husiyan rakirin nexweşxaneyan. Husiyan têkildarî bûyerê Erebîstana Siûdî û Emîriyên Ereb ên Yekbûyî (BAE) tawanbar kir.