Hamzaoglû: Rêxistinbûyîna ji bo têkoşîneke hevpar divê 2019-09-01 09:04:42   STENBOL – Hevberdevkê HDK'ê yê berê Onûr Hamzaoglû, diyar kir ku sê sedemên tayînkirina qeyûman hene û got:  "Sûriye, Nelirêtî û Mxalefet e. Qeyûm tenê ne mudaxiliyeke li dijî Kurdan e. Li dijî vê rêxistinbûyîna têkoşîneke hevpar divê."    Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman a şaredariya bajarê mezin a Amed, Wan û Mêrdînê didomin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê berê Onûr Hamzaoglû, diyar kir ku îktîdar bi tayînkirina qeyûman dixwaze hêviya ku di 31'ê Adar û 23'yê Hezîranê de derket holê biqedîne û got, hêviya ku di 31'ê Adarê û 23'yê Hezîranê de derket holê divê bê mezintir bibe.    SEDEMA YEKEMÎN: SÛRIYE    Hamzaoglû, bilêv kir ku dema qewimînin dawî yên li Tirkiyeyê esas bên girtin, diyar dibe ku tu yekpareryiyeke îktîdara AKP'ê ne maye û perçe dibe. Hamzaoglû, anî ziman ku tayînkirina qeyûman a ji bo sê şaredariyên mezin ne girêdayî sedemekê ye, gelek sedemên wê hene. Hamzaoglû, diyar kir ku sedemek jê qewimînên li Sûriyeyê ne û got: "Tirkiye, di sala 2011'an de şerê Sûriyeyê wekî firsendekê dîtibû û b heyecaneke emperyal berê xwe dabû wir. Ji bo têkeve wir, penaberên Sûriyeyê li hemberî welatên Yekîtiya Ewropayê û Rûsyayê wekî koz bi kar anî. Lê heta niha negihaştiye tu mexsedeke xwe. Ew têkçûyîna li Sûriyeyê sîrayetî hundur kir û ji bo rê li ber têkçûyîna di 31'ê Adarê de pêk hat bigire, nexasim ji bo alîgirên xwe yên bûne MHP'î û ji bo alîgirên MHP'ê konsolîde bike serî li rêyeke wisa da. Yanî bi kurt û kurmancî mirov dikare bêje ku sedemeke tayînkirina qeyûman jî ji ber qewimînên li Sûriyeyê ye."    SEDEMA DUYEMÎN: NELIRÊTΠ   Hamzaoglû, diyar kir ku sedema duyemîn jî ew e ku ji bo ser nelirêtiyên kirine bigirin qeyûm tayîn kirine û sedema sêyemîn jî muxalefet e. Hamzaoglû, got: "Îktîdar, dixwaze bêje 'dibe di hilbijartin de Stenbol, Enqere, Antalya ji dest me çûbin, lê belê hêêvîdar nebin.'"   Hamzaoglû, bilêv kir ku divê HDP tayînkirina qeyûman pir baş ji alîgirên xwe re vebêje û got: "Divê HDP, nelirêtiyên hatine kirin bi awayekî sîstematîk ji raya giştî re vebêje. Li şaredariyan çi qewimî be divê bi belgeyan vebêjin û divê bi şaredariyên muxalîf hemûyan re parve bike û sedemên wê nîqaş bike. Divê her sê şaredarên qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin, wekî şaredarên rewa yên van bajaran bên qebûlkirin û lig or wê gav bên avêtin. Divê her sê şaredar jî hem li bajarên xwe hem jî li bajarên din ên Tirkiyeyê mijarê vebêjin û nîqaş bikin. Em dibînin ku gexwarin zêde dibin. Ev jî nîşan dide ku di rêya rast de ne. Yanî nîşan dide ku çalakiyên HDP'ê di cî de ne."    TÊKOŞÎNEKE HEVPAR    Hamzaoglû, got: "Li vira peywirên mezin dikevin ser milên hêzn demokrasiyê. Divê li Amed, Mêrdîn, Wan, Stenbol, Enqere, Îzmîr û li her derî liv û tevgerîneke bi hev re hebe. Çimkî eger li Stenbolê şaredarî bi dest ketibe, raya giştî jî baş dizane ev tenê bi Îtifaqa Gel pêk nehatiye. Divê tiştên qewimîne, gefên tên xwarin esas bên girtin û şaşiyên berê hatine girtin esas bên girtin û liv û tevgereke bi hev re çêbibe."    Hamzaoglû, got: "Qeyûm tenê ne mudaxiliyeke li dijî kurda ye. Li dijî vê rêxistinbûyîma têkoşîneke hevpar divê."   MA / Ferhat Çelîk