Serokê CHP'a Wanê Kûrûkcû: Tayînkirina qeyûman îpotekkirina vîna gel 2019-09-01 09:02:54   WAN - Serokê CHP'a Wanê Mehmet Kûrûkcû, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got: "Kesên ku gel ew hilbijartibin, tenê gel dikare wî ji peywirê bigire. Kirinên ji bilî vê pêkanînên antîdemokratîk in, darbe ye. Tayînkirina qeyûman îpotekkirina vîna gel e."    Serokê CHP'a Wanê Mehmet Kûrûkcû, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got, tayînkirina qeyûman tê wateya îpotekkirina vîna gel û darbe ye.    'BUDÇEYA ŞAREDARIYÊ DIVÊ JI BO GEL BÊ XERCKIRIN'    Kûrûkcû, bi bîr xist ku beriya hilbijartinê partiyên siyasî serî li YSK'ê didin û YSK qeyda sabikeyê ji wan dixwaze û got: "Eger di qeyda sabikeyê de tiştek hebe wê rojê astengî derdikeve holê. Eger tune be, ew kes dibin namzet. Lê belê piştî ev kes bi ser dikevin, em dibînin ku qeyûm tayînî şûna wan tên kirin. Ev biryar ne biryareke hiqûqî ye, siyasî ye. Em Rêxistina CHP'ê ya Wanê van pêkanîna şermezar dikin. Me di Şaredariya Bajarê Mezina  Stenbolê de dît bê ka çi qas pere dane cemawetan û koman. Niha rê li ber vê tê girtin. Her wiha di dema hilbijartinê de me fatûreyên ji bo ezimandina mirovên dewletê jî dîtin. Gava Recep Tayyîp Erdogan ji bo mîtîngê tê Wanê ew ji sifetê serokmariyê wêdetir bi sifetê Serokê Giştî yê AKP'ê tê. Me gotibû, em li dijî wê ne ku ew pere ji budçeya şaredariyê bê dayîn. Şaredarî ya me be jî gava serokê giştî bê divê ew pere ji budçeya şaredariyê neyê xerckirin. Divê budçeya şaredariyê ji bo gel bê xerckirin. Niha derdikeve holê ku li şaredariyan bi deh hezaran karmendên bankamatîkê hene. Ev jî nîşan dide ku pereyê gel çawa tê xerckirin."    Kûrûkcû, got: "Kesên gel ew hilbijartibe, tenê gel dikare wî ji peywirê bigire. Pêkanînên ji bilî vê pêkanînên antîdemokratîk in., darbe ye. Tayînkirina qeyûman îpotekkirina vîna gel e."    MA / Cemîl Ugûr