ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2019'AN 2019-09-01 09:00:51   *  Serokê CHP'a Wanê Mehmet Kûrûkcû, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got: "Kesên gel ew hilbijartibe, tenê gel dikare wî ji peywirê bigire. Pêkanînên ji bilî vê pêkanînên antîdemokratîk in., darbe ye. Tayînkirina qeyûman îpotekkirina vîna gel e."    * Hevberdevkê HDK'ê yê berê Onûr Hamzaoglû, diyar kir ku sê sedemên tayînkirina qeyûman hene; "Sûriye", "Nelirêtî" û "Mxalefet" e. Hamzaoglû, got: "Qeyûm tenê ne mudaxiliyeke li dijî kurda ye. Li dijî vê rêxistinbûyîna têkoşîneke hevpar divê."    * Erman Ekîcî yê DAIŞ'î yê di doza Komkujiya Gara Enqereyê de 18 sal ceza lê hat birîn, der barê wî de îdianameyeke din hat amadekirin. Eger ev îdianame bê qebûlkirin wê ji madeya 77'an a TCK'ê ku "sûcê li hemberî mirovahiyê" di xwe de dihebîne careke din jî bê darizandin. Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk ku di komkujiyê de keça wê û xwişka hevjînê wê jiyana xwe ji dest û ew jî birîndar bû, got divê bersûc hemû bi heman sûcî bên darizandin.    * Li Silopiyayê, DEDAŞ bi îdiaya "rê li ber ceryana qaçax digire' kuçe û kolanan dikole û ji ber vê hema bêje rê veguherîne kunên xiltan. Şaredariyê, diyar kir ku ji ber vê kolandinê 3 milyon TL zirar çêbûye û serî li darazê da.    * Hêzên Ked û Demokrasiyê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê wê li Wan, Amed, Îzmir û Stenbolê mîtîngên "Ji bo Aştiya bi rûmet, çareseriya demokratîk" li dar bixin. dîsa wê li gelek bajaran şahiyên 1'ê Îlonê bên li dar xistin. (13.00-19.00)