Stenbol ji bo mîtînga 1'ê Îlonê amade ye 2019-08-31 15:36:39   STENBOL – Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê wê 1'ê Îlonê li Qada Kartalê pîroz bikin. Gelê Stenbolê ji bo mîtinga 1'ê Îlonê amade ye. Hevşaredarê Bajarê Mezîn ê Mêrdînê  Ahmet Turk jî wê sibê tev li mîtîngê bibe.    Hêzên Ked û Demorasiyê wê mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li qada Kartalê saet di 13.00’an de li dar bixin. Komîteya Amadekar a mîtingê hemû amadekariyên mîtîngê bi dawî kir. Bi tevlêbûna partiyên siyasî, rêxistinên kedê, sendîka, kulupên sporê, saziyên jinan jî di navde zêdeyi 80 rêxistinên sivîl û civakî cihê xwe di xebatên mîtingê de girtin. Niha li çar aliyên Stenbolê belavokên mîtînga 1'ê îlonê dikin û li gelek nokteyên bajar stand vekirin.    Sibê bi hezaran kes wê bi şîara “Li dijî tayînkirina qeyûman vîna gel" û “Li dijî şer aştî" wê sibê saet di 11.00’an de li pêş Navenda Çandê ya Hasan Ali Yucel  kom bibin. Bi hezarn kesên li vir kom bibin wê bimeşin qada mîtîngê.  Dîsa wê ji gelek no kteyên din bi kortejan bimeşin qada mîtingê. Wê siyasetmedar û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî tev li mîtingê bibe.    Mîting wê bi rêzgirtinê û axaftina Komîteya Amadekar a Mîtingê dest pê bike. Hunermendê Navenda Çandê ya Golge wê stranan bêje û siyasetmedar Ahmet Turk  û nûnerên saziyên civakê wê axaftinan bikin. Mîtîng wê bi stranên Hunermendên Mezopotamya bi dawî bibe.