ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2017'AN 2017-11-27 09:00:17 * Tahîr Elçî xwest ji rûxandina Mînareya Çar Ling re bibe derman di 28'ê mijdara 2015'an de hat qetilkirin. Piştî kuştina Elçî xêr û bera Sûrê wek a berê nema. Mînareya dîrokî 2 sal e dorpêçkirîne û esnafên ku şahidiya bûyera Elçî dikin ji vê yekê aciz in. * Edîtorê Rojnameya Agosê û nivîskar Pakrat Estukyan, diyar kir ku di dîroka Komara Tirkiye de her dem civak bi gotinên nifrînê hatiye jahrkirin û wiha got: "Herî zêde siyasetmedar gotina nifrînê belav dikin. Bi taybetî siyasetmedarên girêdayî îktîdarê bêtir vê gotina nifrînê belav dikin."   * Welatî Ahmet Sert yê ji Girtîgeha Tarsûsê hat berdan, diyar kir ku li 3 girtîgehên cuda maye û wiha got: "Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê gardiyanan gefa 'Vir Tarsûs e. Cihê dewletê ye. Naşibe ciheki din.' û gef li me xwarin.   * Girtiya bi navê Viyan Hevjin Morkuzu ya li Girtîgeha Şakranê dimîne got ku ji bo dermankirinê wê birine nexweşxaneyê û xwestine bi kelepçeyê rontgen bikişînin.   * Polîsê bi navê Ş.K. bi hinceta ku li Sûrê welatiyê bi navê Mehmet Şîrîn Çîftçî li kolanê kuşt bi cezayê muebetê yê girtîgehê dihat darizandin. Li gel ku vegotina şahidan heye jî dadgehê bi hinceta “têrnekirina şahidiyê” bersûc berat kir. Heman dadgehê bi hinceta “Li dijî polîsan derketiye” cezayê 9 meh û 10 rojan li birayê Çîftçî, Mehmet Can Çîftçî birî.   * Hin karkerên ku endamên sendîkayê bûn ji kar hatin avêtin, karkeran aşkera kirin ku aboriya welat her roj xirabtir dibe û ev tişt hat gotin: "Wezîr her dem îdia dikin ku aborî baş e. Rast e, aborî baş e, lê li gorî bêrîka wan baş e, ji bo me rewş li holê ye."   * Karker li gel hewa sar jî li zeviyên pembû bê ewlehiya kar dixebitin û bi hêviya ku karek baştir ji xwe re bibînin kardikin. Bi piraniya karkeran ji zarokan pêk tê.   * Li gundê Bozunlu yê girêdayî navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê Emîne Aytekîn a 72 salî her roj sibe fêkî û hêşînayiya li kêleka rê difiroşe û got: “Ji bo ez muhtacî kesî nebim bi keda xwe debara xwe temîn dikim.”   * Buhabûna dovîzan li ser ajokarên TIR’an jî bandorek neyînî kir. Ajokarên TIR’ên li Mêrsînê diyar kirin ku ji ber bar tune ye nikarin ji parka TIR’an derbikevin û gotin: “Karê neqliyatê hatiye asta xelasbûnê.”   * Rûniştina doza 5'emîn a Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça li salona danişînê ya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin. (10.00)   * Çalakiya "Em karê xwe paş ve dixwazin" a li Kolana Yuksela Enqereyê di roja 384'emîn de dewam dike. (13.30-18.00)