Turk: Li her deverî winda hatin dîtin, lê li welatê me nehatin dîtin 2019-08-31 14:38:36 AMED - Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ê ji wezîfeyê hat dûrxistin diyar kir ku li cîhanê yên ku cinayêtên kiryarên nediyar pêk anîn yek bi yek derdikevin holê û got: “Lê mixabin li welatê me yên ku bi demokrasiyê ketine rê niha bi şewazeke antî demokratîk vê pevajoyê bi rêve dibin” Xizmên Windayan û rêveber û endamên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, di hefteya 551'emîn de li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê kom bûn û wek her hefte di daxwaza “Bila winda bên ditin û faîl bên darizandin" çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan dîsa wêneyên windayan hildan û pankarta "Bila winda bên ditîn û kujer bên darizandin" vekirin. Parlementerên HDP’ê, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yên ku ji peywirê hatin dûrxistin û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn.    ‘LI HEMBERÎ ÊŞÊN TÊN KIŞANDIN BÊDENG IN”   Di çalakiyê de Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk axivî û diyar kir ku Gelê Kurd bi salane êşa xwe di dilê xwe de hildigire û wiha got: “Yên ku bi kiryarên nediyar dixwazin Gelê Kurd bi qutifînin bila bizanibin ku wê hesaba van faîlan were pirsîn. Li cîhanê yên cinayêtên kiryarên nediyar pêk anîn bi hewldanan, bi xebatan yek bi yek derdixînin holê. Lê mixabin li welatê me yên ku bi demokrasiyê ketine rê niha bi şewazeke antî demokratîk vê pevajoyê bi rêve dibin. Li hemberî van êşên tên kişandin bêdeng dimînin û naxwazin bibînin.”   ‘WÊ EW ROJ JÎ WERIN’    Turk da zanîn ku her hefte malbat ji bo hestiyariyek derkeve holê bi hemû hêza xwe di nav hewldanan de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê çav nabînin, guh kerr in û tiştek ku biguhere tune ye. Helbet îro gotinek heye dibêjin aliyê rojavayê Tirkiyeyê dengê xwe dernaxe, lê wê ew roj jî werin. Yên ji bo siberojeke azad û demokratik têdikoşin dê bi hêztir dengê xwe derxînin. Ez êşa hemû dayikan parve dikim. Hemû xwîşk û birayên me bi rêzdarî bibîr tînim.”   ‘BIDAWÎKIRINA BÊHIQÛQIYÊ BI TÊKOŞÎNÊ MIMKIN E’    Pişt re Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn jî axivî û destnîşan kir ku têkoşîna dayîkan wê encam bigre û ev tişt got: “19’ê Tebaxê bi desterkirina vîna gel zext berdewam dikin. Ji dûr xistina wezîfeyê ya hevşaredaran, tayinkirina qeyûman û bi rêbazên antî demokratik bêhiqûqî didomin. Em vê wek desteserkirina vînê dibînin. Divê neheqî were bidawîrkirin û hevşaredar biçin ser peywîra xwe. Ev bêhiqûqî ancak bi têkoşîn û piştevaniyê were dawîkirin.”   ÇÎROKA AHMET ŞAHÎN HAT XWENDIN    Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Adnan Orhan jî pişt re çîroka Ahmet Şahîn ê di 18’ê Adara 1993’yan de li navçeya Hezroyê ya Amedê hat windakirin xwend. Orhan anî ziman ku dadgehê ji malbatê re bi nivîseke fermî bi dîroka 20’ê Nîsana 1993’ê dibêje “Ahmet Şahîn 22’yê Adara 1993’yan tê binçavkirin û 27’ê Adara 1993’an serbest hatiye berdan.” Orhan got ji wê rojê ve agahî ji Ahmet Şahîn nayê girtin.   Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.   ÊLIH    Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî li avahiya ÎHD'ê çalakiya xwe ya heftane ya bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 457'emîn de li dar xist. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Sekreterê ÎHD'a Êlihê Fahrettîn Asutay daxuyanî da û çîroka Habîp, Mehmet Nurî, Vedat û Ahmet Fîdanci yên ji heman malbatê ku di sala 1992'an de li gundê Weysikana Jorîn a girêdayî Farqîna Amedê ku ji aliyê 13 kesên rûpoşkirî ve hatin kuştin xwend.