Enstîtuya Kurdî Komxebata Rewşa Zimanê Kurdî Piştî Rewşa Awarte li dar xist 2019-08-31 13:08:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Lêkolînên Kurdî li Amedê komxebata bi navê "Rewşa Zimanê Kurdî Piştî Rewşa Awarte" li dar dixe. Bi beşdarbûna gelek saziyên zimên û saziyên mafên mirovan komxebatê dest pê kir.   Komeleya Lêkolînên Kurdî, bi nûnerên saziyên zimên û yên mafên mirovan re dest bi komxebata "Rewşa Zimanê Kurdî Piştî Rewşa Awarte" kir. Komxebatê bi moderatoriya hevserokê Pena Kurd Samî Tan dest pê kir. Komxebata ku îro serê sibê dest pê kir didome. Endamên saziyan di komxebatê de li ser pirsgirêkên sazîyan ku di warê texrîbatên astengkirina zimanê dayikê de xebatê dikin û rêyên çareserîyên van pirsgirêkan niqaş dikin.