Îmamoglu li Amedê ye: Tayînkirina qeyûman nayê qebûlkirin 2019-08-31 12:26:09   AMED – Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu hat Amedê û got: “Me li Stenbolê hîs kir ku nefesa me çiqas teng bûye. Danîna qeyûman me xemgîn kir.”    Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu û şandeya pê re ji Stenbolê vê sibehê hat Amedê. Rêveberên CHP’ê yên Amedê û welatiyan li Balafirgeha Amedê Îmamoglu pêşwazî kirin. Alîgirên Amedsporê jî çûn pêşwaziya Îmamoglu. Di pêşwazîkirinê de hezkirina li hember Îmamoglu balê kişand ser xwe.  Îmamoglu pişt re derbasî avahiya Rêxistina CHP’ê ya Amedê bû û li vir daxuyanî da. Îmamoglu bal kişand ser tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê.    Îmamoglu di daxuyaniya xwe de wiha got: “Me li Stenbolê hîs kir ku çiqas nefesa me teng bûye. Ez hêvîdarim wê ev xeletî di demek kin de paş de bê vegerandin û bê çareserkirin.    Tayînkirina qeyûman û dûrxistina şaredaran mixabin xeflet e. Hestên xwedî derketina demokrasiyê li Stenbolê derketiye holê. Li Tirkiyeyê demokrasî bi ser ketiye.    Pêkanînên rêbazên cuda nayê qebûlkirin. Mixabin helwesta cudakarî ya li dijî hilbijêrên Amed, Mêrdîn û Wanê û serokşaredaran me hemûyan xemgîn kiriye.”     DEMOKRASIYA TIRKIYEYÊ BI SER KET   Li ser navê demokrasiya Tirkiyeyê li Stenbolê hilbijartinek girîng pêk hat. Di her du turan de jî wateyek cuda derket holê. Li Stenbolê xwedî derketina demokrasiyê hat îspatkirin. Kî deng dabe me nedabe me lê dîsa ji bo demorkasiyê têkoşiyeye. Li Tirkiyeyê demokrasî bi ser ket.    Li cihê ku serdestiya hiqûqê neyê hesibandin, mirov nikare behsa mafê bijartin û hilbijêr bike. Di hilbijartina 31’ê Adarê de derewên kirin, îro şerma wê dikin. Di şûna wan de partiya wan û hevjînên wan şerm dikin.    QEYÛM DEWAMA TALANÊ YE   Tayînkirina qeyûman dewama pergala îsrafa wan e. Stenbol û Amed xwedî heman qederê ne. Kîjan partî dibe bila bibe, vî gelî erka wezîfeyê dabe kî bila dabe wî kesî dê helwesta me qet neguhere. Divê em hemû li dijî neheqiyê û bêhiqûqiyê derkevin û em mecbûr ji vê re bêjin na. Berevajî vê yekê em nikarin civakekê ava bikin. Ev têkoşîna edalet û demokrasiyê ye. Ev têkoşîna parastina vîna gel e. Dema vîn ji holê rabe, me dît ku civak çawa bertek nîşanî vê yekê dide. Em netirsiyan û me gav paş ve neavêt û em ê neavêjin jî. Pêwîste her kes di çarçoveya hiqûqî de li dijî neheqiyê têbikoşe. Demokrasî tenê ne ji bo çend bajaran divê li Amed, Mêrdîn, Wan, Îzmîrê û Stenbolê heman demokrasî pêk were.”    METIRSIYA DEMOKRASIYÊ    Îmamoglu bersiva pirsa “Erdogan îşaret bi tayînkirina qeyûman anî” û wiha bersiv da gefên Erdogan: “Tekane metirsiya min demokrasî ye. Ez ne li ser navê xwe bi metirs im.”    Îmamoglu piştî daxuyanî da çû ser gora Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştinê û bi dû re jî li Şaredariya Peyasê bi Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk re hevdîtinê pêk anî.