Ji bo Misirê li Tirkiyeyê rojek şîn hat îlankirin 2017-11-26 20:04:05 ENQERE – Li Tirkiyeyê bi boneya êrîşa li dijî mizgefta li Misirê rojek şîn hat îlankirin.  Li Tirkiyeyê bi boneya di êrîşa li dijî mizgefta li Misirê de ji 300 kesî zêdetir jiyana xwe ji dest da rojek şîna neteweyî hat îlankirin. Di vê çarçoveyê de li tevahiya Tirkiyeyê û li hemû nûneriyên Tirkiyeyê yên derveyî welat dê alê daxînin nîvê dîrek. Têkildarî şînê ji Serokweziriya Tirkiyeyê daxuyaniyek hat dayîn û wê tevahiya roja 27’ê mijdarê li Tirkiyeyê şîn pêk bê.    Hat diyarkirin ku DAIŞ’ê di dema nimêja Înê ya li Mizgefta El Ravda ya Misirê êrîş pêk aniye û di êrîşê de 305 kesî jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûbûn.