Banga ji bo 1'ê Îlonê: Li dijî qeyûman dakevin qadan 2019-08-31 09:16:01 ENQERE - Nûnerên partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên civaka sivîl ji bo mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê li Qada Tandoganê bê lidarxistin bang kirin û gotin, li dijî qeyûman em dengê xwe yê ji bo aştiyê bilind bikin.    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê, dê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya cîhanê li Qada Tandoganê mîtîngekê li dar bixin. Nûnerên partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên civaka sivîl ji bo mîtîngê bang kirin.    EMEP: JI BO JIYANEKE AŞTIYANE    Serokê Partiya Kedê (EMEP) a Enqereyê Fîkret Aslan: "Pêdiviya me bi xurtkirina têkoşîna ji bo aştiyê heye. Pêdiviya karker, kedkar û gelan bi vê yekê heye. Niha di meseleya kurd de, feraseteke dewletê ya di polîtîkayên şer d eisrar dike heye. Demildest divê rê li ber vê bê girtin. Niha di rojevê de cinayetên jinan hene, xweza tê talankirin. Li dijî van pêkanînan û li dijî qeyûman am bang li gelên Tirkiyeyê û enqereyiyan dikin ku di 1'ê Îlonê de li Qada Tandoganê bin."    EMEKLÎ-SEN: JI BO YEKÎTIYÊ EM LI TANDOGANÊ BIN    Serokê Şaxa Sendîkaya Hemû Teqawidbûya (EMEKLÎ-SEN) a Çankayayê Hûlîsî Şîmşek: "Li dijî bûrjûvaziyê ji bo yekîtiyê em bang li her kesî dikin ku li Qada Tandoganê bin."    KESK: EM LI CEM HEV IN, EM BI DENGÊ XWE, BI HÊZA XWE HENE    Berdevkê Platforma Şaxê KESK'ê Nusret Sûlkalar: "Em bang hemû kesên ehlê aştî, demokrasî, azadî û wekheviyê dikin. Em ê pêşî aştiyê, demokrasiyê, biratiya gelan bilêv bikin û paşê em ê li cem mazlûman bin. Em ê sibê li qafan bin, em ê li cem hev bin, em bi dengê xwe û hêza xwe hene. Kî dibe bila bibe, reng û deng çi dibe bila bibe em bang li her kesî dikin ku di 1'ê Îlonê de li qadan bin."    HDK: LI DIJÎ QEYÛMAN EM DENGÊ AŞTIYÊ BILIND BIKIN    Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Fatma Kiliçarslan: "Niha qeyûm tayînî daxwaza ji bo aştiyê ya gelên Tirkiyeyê hatiye kirin. Ji bo li dijî qeyûman em dengê aştiyê bilind bikin, di 1'ê Îlonê de em her kesî vedixwînin Qada Tandoganê."    MALÊN GEL: VÎNA GEL XESP DIKIN, DAKEVIN QADAN    Endamê Malên gel Osman Çokaman: "Em di roja aştiyê ya cîhanê de hemû gelê xwe dikin ku dakevin qadan. Niha vîna gelên Tirkiyeyê li bajarên kurdan tê xespkirin. Li dijî vê xespkirinê em daketin kuçeyan. Em ê li dijî vê xespkirinê bibin yek."    HDP: LI DIJÎ ŞER AŞTIYEKE BIRÛMET    Hevserokê HDP'a Enqereyê Huseyîn Gevher: "Qeyûm, şerê li dijî vîna gel in. Li dijî vî şerî aştiyeke birûmet peywira sereke ya gelên me ye. Teqez em ê bi ser bikevin, wê aştî û vîna gel bi ser bikeve."    DÎSK: EM BANG LI KEDKAR Û GELÊ XIZAN DIKIN    Nûnerê DÎSK'ê yê Enqereyê Tayfûn Gorgun: "herî zêde pêdiviya kedkar û xizanan bia ştiyê heye. Loma em bang li hemû kedkar û xizanan dikin ku sibê dakevin qadan."    ÎHD: PÊDIVIYA TIRKIYEYÊ BI AŞTIYÊ HEYE    Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Fatîh Kanat jî diyar kir ku pêdiviya Tirkiyeyê demildest bi aştiyê heye û got: "Pirsgirêkên giran ê welat hene. Yek ji vana xespkirina mafê hilbijartin û bijartinê ye. Dest danîn ser şaredariyan. Em ÎHD, em ê şopdarê vê yekê bin û wê piştevaniya me ya ji bo têkoşîna li hemberî vê yekê tim bidome."