Siyasetmedaran ji bo 1'ê Îlonê bang kir: Li dijî qeyûman em li Qada Kartalê bin 2019-08-31 09:15:14 STENBOL – Parlementerên HDP'ê, ji bo mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê li Qada Kartalê bê lidarxistin bang kirin û gotin, li dijî qeyûman, cinayetên jina û talankirina xwezayê li qada mîtîngê bin.  Parlementerên HDP'ê û Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr, ji bo mîtînga ku dê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Qada Kartalê bê lidarxistin bang li her kesî kirin.    Hevseroka HDP'a Stenbolê Esengul Demîr, bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got, ev yek xespkirin û darbe ye. Demîr, bang li kedkar, jin û kesên mafên wana hatine xespkirin ku ku di 1'ê Îlonê de li qada mîtîngê bin.    Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, got: "Dîroka ku 1'ê Îlonê hat îlankirin û a niha pir dişibin hevdu. Wekî wê çax niha jî hêzên mezin û dewlet ji bo berjewendiyên xwe yên emperyalîst bi gelên herêmê re şer dikin û her derî dikin dojeh.    ‘TAYÎNKIRINA QEYÛMAN BANGA JI BO ŞER E'    Pîroglû, diyar kir ku vîna di 31'ê Adarê û 23'yê Hezîranê de derket holê, vîneke ku li dijî qesrê ye û got: "Qeyûm tayînî 3 şaredariyên bajarê mezin hatin kirin. Lê qeyûmên hatin tayînkirin tenê tayînî şûna hevşaredar û vîna gelên li wir nehatiye kirin, tayînî tevahiya welêt hatiye kirin. A rast ev di heman demê de jî bangawaziya ji bo şer e."    Pîroglû, bang li stenboliyan kir ku roja Yekşemê li dijî darbeya qesrê derkevin.    ‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN EM DAKEVIN QADAN'    Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî, bilêv kir ku her diçe zext û zoriyên hikûmetê zêde dibin û got: "Îktîdar li her derî êrîşî gelên bindest, jina, xizan û kurdan dike. Bi qeyûman dixwazin şaredariyên kurdan ji dest wan bistînin. Ev xespkirin tenê ne li hemberî kurdan, li hemberî gelên Tirkiyeyê û demokrasiyê ye jî."    Gulum, bang li her kesî kir ku di 1'ê Îlonê de li dijî xespkirina mafên temsîliyetê û binpêkirina destkeftiyên jinan li qadan bin.    MA / Barış Ceyhan