Mızrakli: Teqez em ê bi ser bikevin 2019-08-30 16:50:57   AMED – Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê ji wezîfeyê hat dûrxistin di vekirina parka Şaredariya Sûrê de axivî û diyar kir ku ew ê dest ji qadên jiyanê bernedin û wê bi têkoşîna didin re teqez bi ser bikevin.   Şaredariya Sûrê li Kolana Melîkahmedê parkek çêkir û vekirina parkê pêk anî. Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê Wezareta Karê Hundir wê ji kar dûrxist, Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr, parlamenterên HDP’ê û welatî beşdar bûn.    Şêniyên taxê eleqe nîşanî Mizrakli dan û çay îkramî wî kirin. Şêniyan bi gotina “Hevserok bijîşk” bangî Mizrakli kirin û behsa nexweşiyên xwe jê re kirin.    ‘EM Ê BI XIZMETÊ BERSIVA QEYÛMAN BIDIN’    Piştî ku şêniyên taxê hezkirina xwe ji bo Mizrakli nîşan dan, vekirina parke pêk hat. Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr axivî û got ew ê li dijî qeyûman têkoşîna xwe berdewam bikin. Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn jî anî ziman ku ew ê bi xizmeta xwe bersiv bidin qeyûman.    Parlamenter Salîha Aydenîz jî got ew li kolanan in û dê dest ji berxwedana xwe kolanan bernedin û ew ê qet destûr nedin ku vîna wan bê tunekirin.    ‘TEQEZ EM Ê BI SER BIKEVIN’    Hevşaredar Selçûk Mizrakli jî destnîşan kir ku dê ji bo siberoja bextewariya zarokan dê xebatên xwe bidomînin û got: “Em li qadên jiyanê bi hev re dijîn. Em hemû bi hev re wek jinan, zarok, extiyar û ciwanan li qadên jiyanê bi hev re ne û dest ji qadên jiyanê bernadin. Me xwe avêtiye vî gelî. Bila ew jî li pişt zirx û blokên xwe yên beton kom xwe veşêrin. Em ê bi ser bikevin. Teqez serkeftin a me ye.”    Piştî axaftinan Mizrakli û yên pê re li parkê geriyan.