ÎHD: Divê demildest peywira hevşaredaran bê îadekirin 2019-08-30 14:52:39 WAN - Şaxa ÎHD’ê ya Wanê, bertek nîşanî binpêkirinên mafan ên di dema binçavkirin û şermezar kirinên tayînkirina qeyûm de hatin jiyîn da û xwest demildest peywira hevşaredaran bê îadekirin.  Endamên Desteya Rêveberiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Wanê, derbarê tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdîn, hevşaredar ji peywirên wan girtin, binpêkirinên mafên mirovan ên di dema binçavkirin û şermezarkirinên tayînkirina qeyûm hatin jiyîn de, li avahiya şaxê civîna çapemeniyê li darxistin. Endamê Desteya Rêvêber a ÎHD’ê Samî Bûldan daxuyanî da.    'BI AWAYEKÊ DIJ DEMOKRATÎK DEST DANÎN SER ŞAREDARIYAN’   Bûldan, diyar kir ku yekemîn şertê demokrasiyê naskirina vîna hilbijêrane û wiha axivî: “Ji peywirgirina hevşaredaran û operasyona dest dayîna ser şaredariyan, teqez li dijî Destûra Bingehîne. Desthilatdariya siyasî ya nekarî di hilbijartinê de bi ser bikeve, bi awayekê dij demokrastîk dest danî ser şaredariyan. Peywirdarkirina walîtiyan, di rastiyê de pêkanîneke OHAL’ê ye. Bi tayînkirina qeyûman re li herêmê û tevahiya Tirkiyeyê, heya roja îro nêzî hezar mirovan hatin binçavkirin û mexdûr kirin. Hemû xwepêşandan û çalakiyên mafên demokratîk ên mirovan qedexe kirin. Destûr nedain ku mirov bi awayekê azad ramanên xwe bînin ziman. Li Wanê 84 mirovên bertekên xwe nîşan dan hatin binçavkirin. Piraniya van mirovan rastî tundiyê hatin. Weke hemû raya giştî jî dizane Firat Koç li qehwexanê rastî îşkenceya  hêzên ewlekariyê hat. Ligel vê yekê jî Firat Koç bi rojan dibin çavan de ma. Dîsan dibin çavan de laçika jinan ji serê wan kirin û di lêgerîna tazîre derbas kirin. Ev muamele, îşkence û pêkanînên hêzên ewlekariyê wijdana civakê birîn kirin.”    'DIVÊ PEYWIRA HEVŞAREDARAN BÊ ÎADE KIRIN’   Bûldan, anî ziman ku divê peywira hevşaredaran bê îade kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hikumet wisan difikire ku bi pêkanînên dij demokratîk gelê herêmê bi rêve bibe. Lê tayînkirina şaredariyan welat nayê bi rêve birin. Divê desthilatdariya siyasî dest ji vê mudaxileya xwe berde û peywira hevşaredaran îade bike.”