Bi hezaran Şêniyên Idlibê meşiyan sînorê Tirkiyeyê 2019-08-30 14:32:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran şêniyên Idlibê li dijî polîtikayên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de meşiyan ser sînorê Tirkiyeyê. Bi sedan welatiyên Idlibê bi rêya deriyê Bab Hewa derbasî xaka Tirkiyê bûn. Çavkaniyên herêmî destnîşan kir ku bi hezaran şêniyên Idlibê li dijî polîtîkên Tirkiye û Rûsyayê yên li ser Idlibê xwepêşandanek li dar xist û bi rêya deriyê Bab Hewa derbasî xaka Tirkiyê bûn. Çavkaniyan diyar kir ku şênî dibêjin Tirkiye bi hevkariya Rûsyayê dixwaze Idlibê hilweşîne. Çavkaniyan diyar kirin ku cendirmeyên Tirkiyê gule ber bi xwepêşandêran ve avêtin da ku wan ji hev belav bikin.   Tê zanîn ku pêngava rejîma Sûriye û Rûsyayê piştî bajarê Xan Şêxûn ê stratejîk dîsa xist bin serweriya xwe, li Idlibê didome. Tê destnîşankirin ku Rûsya car caran dibêje ku pêngava wê li Idlibê bi hevkariya Tirkiyê tê kirin.